KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Milîtanê Ragihandina Azad: Ferzad Medî
Ferzad Medî, li ser şopa hevalên xwe Deniz Firat, Rubar Kerboran û Evîndar Cûdî, berxwedana gerîlla û gel bi raya giştî re parve kir, bi ked û têkoşîna xwe bû mîlîtanekî Ragihandina Azad. -
Li Şirnexê ferzkirina sîxurtiyê ya li ser xwendekaran hate protestokirin
Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak bertek nîşanî ferzkirina sîxuriyê ya li ser xwendekarên di bin navê "semînerê" de li Şirnexê da û got, "Divê demildest dev ji polîtîkayên milîtarîst û şerxwaziyê bên berdan.” -
Leşkeran li daristana Licêyê şewat derxistin
Li navçeya Licê ya Amedê leşkeran heşîş şewitandin û li qada daristanê rê li ber şewatê vekirin. -
Heyeta DEM Partî û DBP'ê serdana gora Talabanî kir
Heyeta ku Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Hevserokên Giştî yên DBP'ê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî di nav de bû, li bajarê Silêmaniyeyê serdana gora Mam Celal Talabanî kir. -
HPG-NRÇ: Bûn nirxên me yên herî esîl
HPG-NRÇ'ê gerîlayên şehîd bi bîr anî û got, "Ew bûn nirxên me yên herî esîl ku li ber her zor û zehmetiyê rabûn, siberoja me ya azad afirandin û dîroka me ya azadiyê nivîsandin." -
Konferansa Tifaqa Sosyal Demokrat a Ereb di roja sêyemîn de ye
'Konferansa Tifaqa Sosyal Demokrat a Cîhana Ereb' ku li bajarê Silêmaniye yê Herêma Kurdistanê tê lidarxistin, di roja sêyemîn de ye. -
Belgefîlma Bîra Sûrê balê dikişîne ser serdemekê
Belgefîlma 'Bîra Sûrê' ku ji aliyê yek ji edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azad Altay ve hatiye amadekirin, balê dikişîne ser serdemekê. -
Îrfan Cûdî: Ya ku dikeve ser milê me dewamkirina têkoşîna hevalê Sofî ye
Ji fermandarên HPG’ê Îrfan Cûdî qala fermandarê pêşeng Nûreddîn Sofî kir û got, “Dem deyndarê hevalên me yên şehîd in. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku weke hevalê Sofî li ser rêya şehîdan bimeşin û têkoşîna wan dewam bikin.” -
Armanc tinekirina hişe civakî ye: Newala Qesaban tê tinekirin
Sekreterê Giştî yê Şaxê Sêrtê yê TMMOB’ê anî ziman ku qeyûm herêma Newala Qesaban careke din pêşkêşî avadaniyê kiriye û got, “Divê Newala Qesaban bibe cihekî ji hişê civakî.” -
Şandeya DEM Partî û DBP’ê beşdarî Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî bûn
Siyasetmedarên Rojhilata Navîn û cihanê li Silêmaniyê kom bûn û pêvajoya aştiyê, demokrasî û wekheviya di navbera gelan de nîqaş kirin. Tuncer Bakirhan got, "Paradîgmaya Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn modelek e.” -
Li Qoserê ji bo zarokan Kursiya 1’ê Îlonê ya Aştiyê hat danîn
Li Qoserê bi pêşengiya TJA’yê û Komeleya Çand û hunerê ya Mezopotamyayê ji bo zarokan Kursiya 1’ê Îlonê ya Aştiyê hat danîn. -
Mamoste Şemal li Kifriyê hat bibîranîn
Dîroknas û lêkolîner Mamoste Şemal ku sê sal berê ji aliyê MÎT’ê ve hat qetilkirin, li ber mala xwe ku li wê derê hat qetilkirin hat bi bîranîn. -
Hewldana xerakirina gorên xwişk-birayên Onkol
Hevseroka MEBYA-DER’ê Gurbet Sevîktekê nerazîbûn nîşanî hewldana xerakirina kêlên gorên xwişk-birayên Onkol da û got: “Gor, ji bo mirovan pîroz in û êrişa li dijî goran, bêwijdanî ye.” -
Bafil Talabanî ji bo aştiyê banga 'hevkariyê' kir
Lîderê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî li Kongreya Tifaqa Sosyal Demokratan a Cîhana Ereb axivî û bal kişand ser destketiyên aştiyê û zerarê şer. -
Di komxebata jinên Êzidî de peyama Rêber Apo hate nîşandan
Di Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî de peyama Rêber Apo ya beriya niha ji jinên Êzidî re şandibû, bi rengê sînevîzyonê hate nîşandan. -
HPG-NRÇ'ê Cûdî Zagros bi hurmet bi bîr anî
HPG-NRÇ'ê Cûdî Zagros bi bîr anî û got, "Hevrêyê me Cûdî ku xwedî ruhê fedaî yê Apoyî bû, ji bo parastina hevrêyên xwe, xwe feda kir û şehîd bû." -
Zerdeşt Mêrdîn: Hevalê Koçero Urfa ji bo me xetek e
Ji fermandarên HPG'ê Zerdeşt Mêrdîn qala fermandar şehîd Koçero Urfa kir û anî ziman ku Koçero Urfa bi sekna xwe, bi rê û rêbazên xwe yên fermandarî û hevaltiyê ji bo wan xetek e û wê ji vê seknê re bibin bersiv. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Berat Nazlican hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Berat Nazlican ê ku li Dersimê şehîd bibû, li Çawlîgê bi girseyî hate veşartin. -
Heyeta DBP û DEM Partiyê ji bo konferansê li Başûrê Kurdistanê ye
Heyeteke payebilind a DEM Partî û DBP'ê ji bo tevlî Konferansa Tifaqa Demokratîk a Civakî bibe, serdana Başûrê Kurdistanê kir. -
Li wargeha Mexmûrê bîranîna cangoriyan
Komîteya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûrê Şehîd Seyîd Evran, Denîz Bulbun û Aslan Qamişlo bi bîranîn. -
HPG-NRÇ’ê Botyan Amed bi rêzdarî bi bîr anî
HPG-NRÇ’ê gerîlayê li Qada Dersimê şehîd bû, bi bîr anî û got, “Em soza xwe dubare dikin ku bîranîna hevrêyê xwe Botyan her tim bidim jiyîn û ala têkoşînê ya ku dewrî me kirî, bi serketinê tacîdar bikin.” -
Umît: Civak bi fikar e ku AKP ji pêvajoyê vegere
Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît anî ziman ku desthilatdariya AKP’ê ji Rêber Apo ditirse, ji ber ku ji civaka demokratîk û aştiyê re amade ye û got, komîsyon û civak jî bi fikar e ku AKP ji pêvajoyê vegere. -
Konferansa Jenosîda Kurd a li Silêmaniyê bi dawî bû
Li Silêmaniyê 2’yemîn Konferansa Jenosîda Kurd di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû. -
KJK: Çareseriya pirsgirêka Îsraîl-Filistînê bi neteweya demokratîk dibe
Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Îsraîl-Filistînê bi neteweya demokratîk dibe û bang li hikûmeta Îsraîlê kir ku ambargoyê rake, ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî destûr bide û operasyonên leşkerî bide rawestandin. -
HPG: Fermandarê Eyaletê Mordem Çewlîk şehîd bû
HPG-NRÇ'ê ragihand ku Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Fermandarê Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Mordem Çewlîk di encama qezayekê de şehîd bû.