Konferansa Tifaqa Sosyal Demokrat a Ereb di roja sêyemîn de ye

'Konferansa Tifaqa Sosyal Demokrat a Cîhana Ereb' ku li bajarê Silêmaniye yê Herêma Kurdistanê tê lidarxistin, di roja sêyemîn de ye.

Di rûniştinên îro de meseleya Fîlîstînê, ewlekariya herêmî, zehmetiyên li pêşiya demokrasiya li cîhana Ereb têne nirxandin.

Serokwezîrê berê yê Fîlîstînê Mûhammed Îştiyye, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyal Demokrat a Urdunê Falah el Cebûr, Sekreterê Giştî yê Hewldana Neteweyî ya Fîlîstînê Mûstafa Bargûtî û Sekreterê Giştî yê Eniya Têkoşîna Gel a Fîlîstînê Ahmed Macdalanî, wê li ser pirsgirêka Fîlîstînê û bandora wê ya li Rojhilata Navîn di paneleke taybet de biaxivin.

Di panelê de her wiha wê rewşa siyasî û ewlekariyê ya li herêmê bê nîqaşkirin, li ser bandora şer û nearamiyê ya li pêşketinê bê rawestandin.

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Kasim el-Arajî, Serokê Tifaqa Sosyal Demokrat a Ereb Ferîd Zahran, Waliyê Kerkûkê Rebwar Taha û Sekreterê Giştî yê Forûma Kar û Azadiyên Demokratîk Halîl ez-Zeviyye beşdarî konferansê dibin. Beşdar wê li ser mijarên ewlekariya herêmî, pêşketin û rêyên çareseriyê yên gengaz nêrînên xwe parve bikin.