Li Qoserê ji bo zarokan Kursiya 1’ê Îlonê ya Aştiyê hat danîn
Li Qoserê bi pêşengiya TJA’yê û Komeleya Çand û hunerê ya Mezopotamyayê ji bo zarokan Kursiya 1’ê Îlonê ya Aştiyê hat danîn.
Li Qoserê bi pêşengiya TJA’yê û Komeleya Çand û hunerê ya Mezopotamyayê ji bo zarokan Kursiya 1’ê Îlonê ya Aştiyê hat danîn.
Li navçeya Qoser a Mêrdînê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Çand û hunerê ya Mezopotamyayê bi boneya 1’ê Îlonê ji bo zarokan Kursiya Aştiyê hat danîn. Kursiya Aştiyê li Parka Mehmet Sincar hat danîn.
Di bernameyê de zarok derketin li ser dikê û bi helbest, stran, meselok û lîstikan dengê aştiyê bilind kirin.