KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
PJAK’ê ji bo greva 29’ê Tîrmehê banga piştgiriyê kir: Parêzvanên xwezayê ne bi tenê ne
PJAK’ê aktivîstên hawirdorê yên di şewata li Sineyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û ji bo greva giştî ya ku wê di 29’ê Tîrmehê de li dijî talankirina xwezayê were lidarxistin, banga piştgiriyê kir. -
Berdana rojnamevan Umêd Beroşkî hat paşxistin
Rojnamevan Umêd Beroşkî yê ji Dihokê, dihat payin ku di 30’ê Tîrmeha 2025’an de bihata berdan. Parêzerê wî ragihand ku ji ber ji ber dozek berê, berdana wî şeş mehan hat paşxistin. Navenda Parastina Rojnamevanan bertek nîşanî vê biryarê da. -
4 sal û 8 meh cezayê hepsê li nivîskar Nasir Hemetî hate birîn
Nivîskarê Nasir Hemetî yê ji Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê dadgeha Îranê ve bi cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin. -
DFG’ê rojnamevan Tepe, Abayay û Orhan bi bîr anî
DFG’ê rojnamevan Ferhat Tepe, Çetîn Abayay û Yahya Orhan ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, bi bîr anî. -
HPG-NRÇ'ê şehîdên Garê bi bîr anî
HPG-NRÇ'ê nasnameya 6 gerîlayên ku gihiştin şehadetê ragihand û got, "Weke qehremanên têkoşîna azadiya Kurdistanê yên nayên jibîr kirin navên xwe li dîrokê nivîsandin." -
‘Iraq cidî nêzî doza, maf û hiqûqa Êzidiyan nabe’
Hisên Hecî, diyar kir ku civaka Êzidî bi hêz û îradeya xwe bersiva fermana 2014’an dane û got, “Ev 11 sal in di ser fermanê re derbas bûn, hikumeta Iraqê cidî nêzî maf û doza Êzidiyan nebûye." -
Mihrîcana Mûnzûrê bi dawî bû
Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi bernameyek tijî, ji konsera zarokan bigre heta meşa hawirdorê bi coş bi dawî bû. -
‘Ji bo ku Ocalan bikaribe rola xwe bilîze divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were’
Di çarçoveya 23'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê de paneleke li ser pirsgirêka Kurd û geşedanên Rojhilata Navîn hate lidarxistin. Parlementer Cengîz Çîçek got ku ji bo ku Birêz Ocalan bikaribe rola xwe bilîze divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were. -
Bayindir: Kurdistan wê statuya xwe qezenc bike
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir di 3'emîn Civata Giştî ya MEBYA-DER a Mêrdînê de axivî û got, "Kurd êdî nêzî bidestxistina statuya xwe ne." -
Konferansa Yekîtiya Neteweyî: Em di bin sîwana Yekîtiya Neteweyî de bibin yek
Encamnameya dawî ya Konferansa Yekîtiya Neteweyî hat eşkerekirin. Di encamnameyê de hat gotin, “Konferansa me, bang li partiyên siyasî yên Kurd, rêxistinên civakî yên sivîl û rûspiyên xwe kir da ku di bin banê yekîtiya neteweyî de bibin yek.” -
‘Fermana 2014’an encama siyaseta 100 salî ya Iraqê ye’
Xidir Salih diyar kir ku ji 1920’an heya roja me Êzidî weke hemwelatiyên wekhev ên Iraqê nehatine hesibandin û got: ‘’Hikumetên Melîkî jî yên Cumhurî jî, sîstema Beasê jî bi heman rengî nêzî civaka Êzidî bûn. Heman sîstemê li ser Êzidiyan ajotin." -
Bayindir: Kongreya neteweyî teqez wê pêk were
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir got, “Birêz Ocalan diyar dike ku dermanê Kurdan kongreya neteweyî ye. Çi dibe bila bibe ew kongre wê pêk were. -
Gultan Kişanak: Pêdiviya me bi neteweya demokratîk û tifaqa demokratîk heye
Siyasetmedar Gultan Kişanak a di konferansa li Bazîdê de axivî got, “Pêdiviya me bi hêza axaftinê, aqilek stratejîk, neteweya demokratîk û tifaqa demokratîk heye.” -
Xizmên windayan daxwaza edaletê kirin
Xizmên windayan û ÎHD li Amed, Êlih, Dersim û Colemêrgê çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” lidar xist. Jİ bo Mehmet Yildiz, Mehmet Yaşar, Ayten Ozturk û 14 kesên li Şemzînanê hatin qetilkirin, daxwaza edaletê kirin. -
Înfaza Serhat Bûlût hate şewitandin, hate sirgûnkirin
Girtî Serhat Bûlûtê ku ji berdana wî re 4 meh mabûn, ji Girtîgeha Rihayê sewqî Girtîgeha Xarpêtê hat kirin. -
Cemîle Turhalli Balsak: Yekane armanca me pêkanîna yekîtiya me ye!
Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli Balsak di “Konferansa Girîngiya Yekîtiya Kurd” de axivî û got, divê ew yekîtiyê pêk bînin. -
Konferansa ‘Girîngiya Yekîtiya Kurd’ destpê kir
Konferansa bi navê “Girîngiya Yekîtiya Kurd” ku ji aliyê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ve tê lidarxistin, li navçeya Bazîdê destpê kir. -
'Werin em bi hev re banekî hevpar ava bikin'
Wê li Bazîdê konferansa "Girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurd" were lidarxistin. Hevberdevkê Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç diyar kir ku konferans ji bo yekîtiya di navbera Kurdan de girîng e. -
Li Bedlîsê piştî talana daristanê qedexe hat ragihandin
Li Bedlîsê bi hinceta "ewlehiyê" birîna daran bi awayekî sîstematîk tê meşandin û ji sedî 40 qadên daristanan hatine tİnekirin. Gundî dibêjin ku birîna daran bi destûra dewletê dest pê kir û tevî qedexeyê jî şîrketên mezin daran dibirin. -
Li Nisêbînê ji bo gerîlaya YJA Starê Hevî Bahtiyar serxweşî hat danîn
Li bajarokê Nisêbînê ji bo Gerîlaya YJA Starê Hevî Bahtiyar (Menal Akbal) ku di 2022’an de şehîd bibû, serxweşî hat danîn. Di serxweşiyê de wiha hat gotin, “Bêyî têkoşînê tu destkeftî nayên bidestxistin” û banga domandina rêxistinbûnê hat kirin. -
TAJÊ şehîdên fermanê li cihê hatin qetilkirin bi bîr anî
TAJÊ li gundê Qinê yê li başûrê çiyayê Şengalê, şehîdên fermanê bi bîr anî. -
Li Dersimê li hemberî madenê meşek hate lidarxistin
Di Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê de li hemberî madeneke ku tê xwestin ku li taxeke girêdayî Dersimê were vekirin, meşek hate lidarxistin. -
Li Mexmûrê perwerdeya li ser Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk
Li Mexmûrê li ser pirtûka 'Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo perwerdeyekê destpê kir. -
Li bîra sondajê ya petrolê teqîn
Li bîra sondajê ya petrolê ya li ser rêya Amed-Êlihê teqînekê rû da. 7 karker birîndar bûn. -
Bi hezaran li Mihrîcana Munzûrê kom bûn: Dest nede xweza û îradeya min!
23’yemîn Mİhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzûrê li Dersimê tê lidarxistin, bi konseran bi coş dest pê kir. Di mihrîcanê de timî dirûşmeya "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.