Girtiyê 30 salan bi dirûşmeyê hate pêşwazîkirin

Mahfuz Dorudemîr ê ku piştî 30 salan duh hate berdan û hate Amedê, bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana zindanan’ hate pêşwazîkirin.

Mahfuz Dorudemîr ê ku piştî girtîbûna xwe ya 30 salan duh ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Hejmar 4 a Şakran a Alîagayê hate berdan. Mahfuz Dorudemîr li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin.

Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî re (TUAY-DER), malbata wî, nûnerên partiya siyasî û welatiyan Dorudemîr pêşwazî kirin.

Mahfuz Dorudemîr li semta 500 Evler a navçeya Peyas hate pêşwazîkirin. Dorudemîr bi kevokên aştiyê û dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate pêşwazîkirin. Dorudemîr piştî gerandina govendê, derbasî TUAY-DER’ê bû.