Li Osloyê merasîma bîranîna şehîdan
Şehîdên PJAK û HPG'ê yên demên dawî hatin ragihandin li Osloyê hatin bîranîn.
Şehîdên PJAK û HPG'ê yên demên dawî hatin ragihandin li Osloyê hatin bîranîn.
Ji bo xwedîderketina li nirxên hemû şehîdên rêya azadî û mirovahiyê li Oslo paytexta Norwêcê merasîmek bîranînê ji bo bîranîna şehîdên dawî yên Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê (PJAK) û şehîdên ku HPG'ê vê dawiyê îlan kirin hate lidarxistin.
Hêjayî gotinê ye ku semînerek ji bo nirxandina rewşa siyasî ya Kurdistanê, rola Kurdan û pêşketinên li Rojhilata Navîn, bi taybetî têgeha aştî û civaka demokratîk hate lidarxistin.
Merasîmê bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna hemû şehîdên rêya azadî û mirovahiyê destpê kir.
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal nirxandinek taybetî li ser felsefeya şehîdan û rêya şehîdan di nav Tevgera Azadiya Apo û hemû şehîdên Kurdistanê de pêşkêş kir.
Piştre Remzî Kartal nirxandina xwe ya siyasî li ser têgeha aştî û civaka demokratîk, pêwîstiya piştgiriya gerdûnî di navbera hemû Kurdan de û girîngiya serketina pêvajoya aştiyê ji bo çar parçeyên Kurdistanê, bi taybetî bandora wê li ser Rojavayê Kurdistanê domand.
Di dawiyê de, pirsên beşdaran li ser pêvajoya aştiyê, rewşa Rêber Apo û pêşketinên li Rojhilatê Kurdistanê bûn.
Merasîm bi dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' û 'Bijî Rêber Apo' bi dawî bû.