Cenazeyê Karatepe yê ku 30 salan girtî ma, hate veşartin
Mustafa Karatepe yê ku piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan û îro ji ber penceşêra kolonê jiyana xwe ji dest da li Bismilê hate veşartin.
Mustafa Karatepe yê ku piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan û îro ji ber penceşêra kolonê jiyana xwe ji dest da li Bismilê hate veşartin.
Mustafa Karatepe yê ku ji ber pençeşêra kolonê di 6’ê Çileyê de ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Hejmar 2 a Sîncanê hatibû berdan, îro li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Karatepe piştî bicihanîna erkên olî, li Goristana Çavûşlû ya navçeya Bismil ê Amedê hate veşartin.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amed Ceylan Akça û gelek siyasetmedarên DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beşdarî merasîmê bûn.
Keça Karatepe, Dîcle Karatepe axivî û got, "Ez serbilind im ku keça wî me, ez bi tiştê ku wî kiriye û têkoşîna wî serbilind im." Dîcle Karatepe got ku gotinên dawî yên bavê wê wiha bûn: “Xemgîn nebe, ez kêfxweş im ku min jiyana xwe di rêya têkoşîna bi dawî kir.”
Piştî merasîmê, li Mala Şînê ya Çavûşlûyê sersaxiyê tên qebûlkirin.