Êzidî û Ereb ên Şengalê 1'ê Îlonê ji bo azadiya Rêber Apo û aştiyê dimeşin

Li Şengalê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşek tê lidarxistin. Di meşê de ku wê pêkhateyên Êzidî û Ereb tevlî bibin, wê daxwaza azadiya Rêber Apo bê kirin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê sibe meşekê lidar dixe.

Meclîsê bang li pêkhateyên Êzidî û Ereb kir ku beşdarî meşê bibin, ku 1'ê Îlonê bi dema herêmî saet di 16:00 de destpê dike.

Hate ragihandin ku girseya gel wê li ber avahiya Meclîsa Xweser a li Derê Geliyê Kersê li hev kom bibe û ber bi Bexçeyê Rêber Apo ve bimeşe.

Piştî meşê wê li Bexçeyê Rêber Apo daxuyaniyek bê dayin û daxwaza azadiya Rêber Apo bê kirin.