Bi girseyî serdana şîna Şehîd Hasan Qerejdax kirin
Ji bo gerîlayê HPG'ê Hasan Qerejdax ê ku duh şehadeta wî hat ragihand, li Xana Axparê şîn hate danîn. Bi girseyî serdana şînê hate kirin.
Ji bo gerîlayê HPG'ê Hasan Qerejdax ê ku duh şehadeta wî hat ragihand, li Xana Axparê şîn hate danîn. Bi girseyî serdana şînê hate kirin.
Ji bo Hasan Qerejdax (Sedat Arslan) ku di êrîşa artêşa Tirk a 27’ê Tîrmeha 2017’an de li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû û duh ji aliyê HPG’ê ve şehadeta wî hate ragihandin, li gundê Ayverî ya navçeya Xana Axpar a Amedê şîn hate danîn.
Bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi girseyî serdana şînê hate kirin.