BI DÎMEN

Cejna Vejînê li Binarê Qendîl bi coş tê pîrozkirin

Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê bi tevlîbûna girseyeke gel li gundê Suredê ya binarê Qenîlê bi şahiyekê tê pîrozkirin.

PÎROZBAHIYA 15'Ê TEBAXÊ

Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li gundê Suredê ya Binarê Qendîlê bi şahiyekê tê pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de wêneyeke mezin yê Rêber Apo, şehîdan û Fermadarê Cejna Vejînê Egîd (Mehsûm Korkmaz) hate vekirin. Dîsa qad bi wêne û alan hatiye xemilandin.

 

Di pîrozbahiyê de girse timî dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ berz kirin. 

Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî peyamake ya pîrozbahiyê hate xwendin û Cejna Vejînê li Rêber Apo hate pîrozkirin.