Rojnamevan Huseyîn Denîz di 33’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hate bibîranîn

Rojnamevan Huseyîn Denîz ê ku di sala 1992’an de li Serêkaniyê hat qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn. Di bîranînê de wiha hat gotin: “Ji roja ku hatiye qetilkirin û heta niha dengê heqîqetê bi awayekî xurt dinivîse.”

Nûçegihan û nivîskarê rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz ê ku di 9’ê Tebaxa 1992an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di encama êrîşeke çekdarî de hat qetilkirin, di 33’yemîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.

Xwişkên Denîz, Adile û Newroz Denîz, nûnerên Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkarî, Piştgirî û Çandê ya Malbat û Xizmên Xwe li Axên Qedîm Winda Kirine (KATDER), rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên bajar û navçeyan, Hevşaredara Şaredariya Serêkaniyê Dîlan Ablay û gelek kesên din beşdarî bîranînê bûn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadî û demokrasiyê dest pê kir.

Hevseroka DFG’ê Kesîra Onel di axaftina xwe de bal kişand ser qetilkirina Huseyîn Denîz û got, "Dema ku ew hat qetilkirin, di bêrîka wî de nivîsa wî hebû. Huseyîn Denîz şopdarê heqîqetê hebû. Çi dibe bila bibe nivîsandina xwe didomand. Em Huseyîn Denîz û şehîdên Çapemeniya Azad mînak digirin. Ev ji bo me çavkaniya rûmet û serbilindiyê ye."

Hevjîna Huseyîn Denîz Adile Denîz diyar kir ku serdema tarî ya salên 1990’î ya li ser gelê Kurd kir, bandor li malbata wan jî kir û got, “Huseyîn Denîz ji ber tiştên ku di wê serdemê de nivîsandiye hate qetilkirin. Sernavê nivîsa wî ya dawî 'Lihevkirina bi gerîlayan re' bû. 33 sal berê ji ber tiştên divê bihata gotin, got jiyana xwe ji dest da. Lêkolînên wî yên li ser çand, folklor û dîroka Kurdan hebûn. Têkiliya wî bi gelê Serêkaniyê re pir baş bû. Her tim rêya wan û têkoşîna wan ronî dikir. Ji bo doza xwe canê xwe feda kir. Ger îro gel li ser gora wî ye, ev tê wateya ku têkoşîna wî bi ser ketiye.”

Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu jî kedkarên çapemeniyê bi bîr anî û got, "Di salên 1990î de di şexsê Huseyîn Denîz de bi hezaran rewşenbîr û rojnamevanên Kurd hatin qetilkirin. Hewl hat dayîn ku dengê bi dehan rojnamevanên ku li dû heqîqetê bûn qut bikin. Lê ji wê demê ve dengê heqîqetê bi xurtî dinivîse."

Piştî axaftinan qurnefîlan danîn ser ser gora Huseyîn Denîz û bîranîn bi dawî bû.