Li Mexmûrê liv û tevgera leşkerî

Di saetên siharê de şandeyeke leşkerî ya Iraqê serdana wargeha Mexmûrê kir û di heman demê de bi wesayîtên zirxî li derdora wargehê liv û tevgereke leşkerî da destpêkirin.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) îro di saetên siharê de şandeyeke leşkerî ya artêşa Iraqê serdana wargehê kiriye û di heman demê de bi wesayîtên zirxî liv û tevgereke leşkerî daye destpêkirin. Heyeteke Iraqê bi rêvebirên wargehê re hevdîtîn pêk tîne. Li gel vê jî artêşa Iraqê bi dehan wesayîtên zirxî li derdora wargehê di nava liv û tevgerê de ye.

Her wiha li ser wargehê jî liv û tevgera helîkopteran bênavber didome.

Armanca hevdîtînê û tevgera leşkerî nehat zanîn.