Fermandarên pêşeng hatin bîranîn
Ji bo fermandarên pêşeng Nûreddîn Sofî, Abdulbakî Babur û Metîn Arslan ku rojên borî şehadeta wan hate eşkerekirin, li Sêrtê merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Ji bo fermandarên pêşeng Nûreddîn Sofî, Abdulbakî Babur û Metîn Arslan ku rojên borî şehadeta wan hate eşkerekirin, li Sêrtê merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Ji bo endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Metîn Arslan (Koçero Urfa), yek ji pêşengên Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî û gerîlayê HPG’ê Abdulbakî Babur (Bextiyar Gabar) ku rojên borî şehadeta wan hate eşkerekirin, li avahiya rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a li Sêrtê merasîma bîranînê hate lidarxistin. Gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, sazî û şênî beşdarî bîranînê bûn.
Nûnerê MEBYA-DER’ê yê Sêrtê Egîd Kaçar di bîranînê de axivî û diyar kir ku ew ê timî dilsozê bîranîna şehîdan bin. Piştre sînevîzyona li ser jiyana Arslan, Sofî û Babur hate temaşekirin.
Bîranîn bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.