Kongra Star: Divê Rêber Apo azad bibe!
Kongra Star ragihand ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike.
Kongra Star ragihand ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike.
Meclisa Kongra Star a Kampa Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna endamên kongreyê ji aliyê rêvebera Kongra Star a kampê Zeyneb Hemo ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêber Apo bi salan e di nava tecrîdeke girand e ye. Her wiha ji bo şikandina vê tecrîdê û bi daxwaza azadiya wî ya fizîkî, wê têkoşîna jinan xurttir bibe.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jin li ser esasa fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin. Her wiha hate diyarkirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya çareseriya tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.