YRA: Êrîş li dijî mafê agahîwergirtinê ye

YRA'yê li ser êrîşa li hemberî rojnamevan Hêmin Mamend daxuyaniyek da û got, "Divê bûyerê bê ronîkirin, kiryar û hevkarên wan bêne girtin û radestî edaletê bêne kirin."

Yekîtiya Ragihandina Azad têkildarî êrîşa li hemberî rojnamevan Hêmin Mamend a li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) vê êrişê weke êrişeke li ser azadî û serxwebûna ragihandinê û hedefgirtina mafê civakê yê xwegihandina zanîn û agahiyê dibîne. Dubarekirina sûcên wiha li dijî rojnamevanan li Herêma Kurdistanê, nîşaneya tirsandin û bêsizamayînê ye ku hêmanên demokrasî û azadiyên giştî lawaz dikin.

Ji lew re em daxwaza lêpirsîneke lezgîn û giştî di derbarê buyerê de dikin ku sûcdar, hevkar, planger û alîkarên vê sûcê werin girtin û darizandin.

Her wiha em diyar dikin ku pêwîst e rayedarên Başûrê Kurdistanê tedbîrên bibandor bigirin ku jiyana rojnamevanan û kedkarên ragihandinê biparêzin, ku parastina wan berpirsiyariyeke neteweyî, sincî û yasayî ye.

Di dawiyê de em piştgiriya xwe ji hevkarê xwe Hêmin Mamend re radigihînin û jê re şîfaya lezgîn dixwazin, û cerek din bi bîr tînin ku; çi êrişa li ser ragihandina azad, êrişa li ser mafê mirovan e."