Li Silêmaniyê di biryargeha Pêşmergeyan de teqîn çêbû
Li biryargeha Fermandariya Pêşmergeyan a 70’an di dema perwerdeya leşkerî ya xwendevanên koleja leşkerî de teqînek çêbû. Di encamê de kesekê jiyana xwe ji dest da, sê kes birîndar bûn.
Li biryargeha Fermandariya Pêşmergeyan a 70’an di dema perwerdeya leşkerî ya xwendevanên koleja leşkerî de teqînek çêbû. Di encamê de kesekê jiyana xwe ji dest da, sê kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan li Silêmaniyê di dema perwerdeya xwendevanên koleja leşkerî ya Qelaçiwalan de, teqînek çêbûye.
Derbarê bûyerê de bedevkê hêzên 70’ê yê Pêşemergeyan Ehmed Letîf ragihand ku teqîn di dema perwerdekirina hejmarek xwendevan de, çêbûye. Li gorî heman çavkaniyê guleyek bisfingê di destê xwendevanan de teqiyaye.
Li gorî heman çavkaniyê di encama bûyerê de kesek miriye û 4 jî birîndar bûne. Hate gotin ku kesê mirî xwendevanek Ereb ê koleja Leşkerî ya Qelaçiwalan a li Silêmaniyê bû. Birîndaran rakirin nexweşxaneyê.