Ji bo serxweşiya şervanê YPS’ê Yusuf Gucel serdanek girseyî
Li Amedê serxweşiya şervanê YPS’ê Yusuf Gucel ê ku di sala 2016’an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê şehîd bibû, bi rengekî girseyî hat ziyaret kirin.
Li Amedê serxweşiya şervanê YPS’ê Yusuf Gucel ê ku di sala 2016’an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê şehîd bibû, bi rengekî girseyî hat ziyaret kirin.
Ji bo şervanê YPS’ê Yusuf Gucel (Ferhat Amed) ku di sala 2016’an de di dema ragihandina rêveberiya xweser de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di pevçûnan de şehîd bibû, li Mizgefta Odabaşi ya navçeya Rezan a Amed serxweşî hat danîn.
Hevserokên DBP’ê Keskin Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar, rêveberên partiyê, hevşaredar û gelek welatî bi rengekî girseyî çûn serdana sersaxiyê.