‘Qedexeya li ser Balafirgeha Silêmaniyê bi temamî hate rakirin’
Parlamenterê YNK’ê Karwan Yarweys, ragihand ku qedexeya dewleta Tirk a li ser Balafirgeha Silêmaniyê bi temamî hatiye rakirin.
Parlamenterê YNK’ê Karwan Yarweys, ragihand ku qedexeya dewleta Tirk a li ser Balafirgeha Silêmaniyê bi temamî hatiye rakirin.
Endamê Parlamentoya Iraqê Parlamenterê YNK’ê Karwan Yarweys, têkildarî bidawîbûna cezayên li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve, agahiyan par vekir. Karwan Yarweys got: “Bi fermî cezayên li ser Balafirgeha Silêmaniyê bi dawî bûne. Ji niha û şûnde hemû balafirên bixwazin ber bi Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê bifikirin serbest in. Desteya Hewayî ya Sivîl a Tirkiyê ji sîstema Chebs Worldwide peyamek şand û qada hewayî ya Tirkiyê ji bo hemû geştên Tirkiye-Silêmaniyê vekir.”
Hêjayî gotinêye ku dewleta Tirk di meha Nîsana 2023’yan de geştên ji bo Balafirgeha Silêmaniyê qedexe kir. Piştî 6 caran dirêjkirina dema qedexeyê, geştên ji bo Balafirgeha Silêmaniyê carek din hatiye vekirin.