KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çîgdem Dogû: Pêvajo ne pêvajoyeke bazariyê ye, meseleya aştî û demokratîkbûnê ya rasteqîn e
Çîgdem Dogû vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê weke gaveke dîrokî pênase kir û bang li komîsyona li meclîsê kir ku li Rêber Apo guhdarî bike, qanûnên entegrasyona demokratîk bêne derxistin û pêvajoya destûra bingehîn bê destpêkirin. -
Di êrişa hêzên Îranê de kolberek birîndar bû
Hêzên dewleta Îranê li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê êriş birin ser kolberan. Di encamê de kolberek bi giranî birîndar bû. -
Platforma Şiyar Be: Xweparastina li dijî her cûre êrişan
Plaforma Şiyar Be li dijî narkotîkê, fûhûş, çetebûyîn û her cûre êrişên li hemberî ciwanan bang li civakê kir ku bi hişmendiya xweparastinê tevbigere. -
Karayilan: Ruhê Cemşîdan wê me bigihîne serketinê
Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan şehîd Cemşîd Elî Esker bi bîr anî û got, "Hevalê Cemşîd bi fedakarî, dilsoziya xwe ya bi Rêbertî, tevger û gel ji bo me wê timî bibe mînak. Ruhê Cemşîdan wê me bigihîne serketinê." -
Nasnameya gerîlayeke şehîd hate eşkerekirin
HPG-NRÇ'ê ragihand ku gerîla Dilzar Rêber Andok li herêma Qendîlê di dema perwerdeyê de ji ber qezayê şehîd bûye. -
Yekîtiya Mamosteyên Kurd: Cezayê li mamostayên Kurd hatî birîn ne mirovî ye
Yekîtiya Mamosteyên Kurd cezayê rejîma Îranê li mamosteyên Kurd Mêhrî Xusrew Zade û Zeytûn Kohzadeyî birî şermezar kir û anî ziman ku cezayê hatî dayîn ne mirovî û der exlaqî ye. -
Li gundê ku Şehîd Egîd Akgun jêdayîkbûye sersaxî hate danîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Egîd Akgun (Sefqan Xerzan) ku di 20’ê Adara 2025’an de di êrîşeke li herêma Zapê de şehîd bûbû, li gundê Xizorkîn ê navçeya Tetwan a Bedîsê ku lê hatibû dinê û mezin bûbû, konê sersaxiyê hate danîn. -
Jîngehparêz Bêstûn Abdullah hate veşartin
Jîngehparêz Bêstûn Abdullah ku di dema vemirandina şewata li herêma Pênciwênê de birîndar bû û piştî du mehan jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hate veşartin. -
Li Şirnexê astengiya kêfî ya serxweşiyê: Polîsan êriş kirin, alozî dewam dike
Serdana gel a ji bo sersaxiya li Şirnexê ku ji bo gerîlaya YJA Starê Bêrîvan Katar hate danîn, bi fermana walî Bîrol Ekîncî ve hate astengkirin. Polîsan dor li gel pêçan. -
Ew şoreşger, nûçegihan û evîndarên heqîqetê bûn
Li gel jiyan, sekn, hesret û armancên xwe di hemû şopên ku li dû xwe hiştine de ji peyrewên xwe re bûn mînakên nemir. -
Li Herêma Kurdistanê ji bo hefteyekê betlaneya fermî hate ragihandin
Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê ji ber hilbijartinên Parlamenta Iraqê li henmû dibistanan ji bo hefteyekê betlaneya fermî ragihand. -
HPG-NRÇ: Hevrê Cemşîd dewama Egîdên Kurd bû
HPG-NRÇ'ê endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Fermandarê Eyaleta Erzîromê Cemşîd Elî Esker bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevrê Cemşîd dewama Egîdên Kurd bû ku gelekî bi wêrek û bêtirs bû." -
Bêstûn Abdullah ku di şewata daristanên Pênciwênê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da
Bêstûn Abdullah ku di şewata daristanên Pênciwênê de bi giranî birîndar bibû, tevî tedawiya du mehan jî jiyana xwe ji dest da. Waliyê Silêmaniyeyê sersaxî ji bo malbatê xwest. -
Li Îranê pêleke nû ya girtinê li dijî Kurdan hat destpêkirin
Dewleta Îranê li dijî Kurdan pêlekî nû ya girtinê da destpêkirin. Di nava 4 rojên dawî de li Rojhilata Kurdistanê û seranserê Îranê de herî kêm 4 welatî bêyî biryara dadgehê hatin girtin. -
Li Ciwanro nerazîbûna li dijî cezayê li mamosteyan hatî birîn, zêde dibe
Li dibistanek ya bajarokê Ciwanro ya girêdayî eyaleta Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê xwendekar û mamostayan piştevaniya xwe ji bo mamosta Mêhrî Xusrewî Zade û mamosta Zeytûn Kohzade nîşan dan. -
Rêber Apo ji DEM Partiyiyan re got: Wezîfeya xwe bikin, civakê bi rêxistin bikin
Hate ragihandin ku Rêber Apo di hevdîtina bi parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan re gotiye, "Şev û roj dixebitim. Gelek derfetên we hene, saziyên we hene, divê hûn civakê bi rêxistin bikin. Pêwîste hûn wezîfeya xwe bi cih bînin." -
Li Bestayê qirkirina daran didome
Cerdevan li herêma Bestayê ya Şirnexê di bin çavdêriya leşkerên Tirk de bê navber daran dibirin. -
KONGRA-GEL ji bo meşa 8’ê Mijdarê ya li Kolnê bang kir
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL ji bo meş û mîtînga ku 8’ê Mijdarê wê li Kolnê ji bo azadiya Rêber Apo were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir û got, “Wê rojê wê çavê tevahî cîhanê li Kolnê be. Gelê me û dostên me divê bi ruhê seferberiyê biherikin." -
HPG-NRÇ’ê şehîdên Zapê bi rêzdarî bi bîr anî
HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir û got, “Nîşan dan ku bi helwesta xwe ya şoreşgerî ya di jiyan û şer de û bi gerîlatiya modernîteya demokratîk ku bi ruhê fedayî yê Apoyî hatiye pêçandin, dikarin çi bikin.” -
Îrfan Cûdî: Hevalê Şivan nirxekî mezin ê gel û partiya me bû
Ji fermandarên HPG'ê Îrfan Cûdî endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Şivan Cîlo Gever bi bîr anî ku 16'ê Hezîrana 2023'an şehîd bû. Îrfan CÛdî got, "Hevalê Şivan ji bo partî û gelê me nirxekî mezin bû." -
Canpolat: Mafê hêviyê divê tavilê bi cih bê anîn
Kerem Canpolat anî ziman ku biryara 'Mafê Hêviyê' ya DMME'yê divê tavilê bi cih bê anîn û got, "Eger dewlet bi rastî jî aştiyê dixwaze divê azadiya aktorê bingehîn ê pêvajoyê Birêz Abdullah Ocalan pêk bîne." -
13’emîn Konferansa Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi dawî bû
Di konferansa Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî de xebatên 2 salên dawî hatin nirxandin, plansaziya nû hat kirin û hevberdevkên komîteyê hatin diyarkirin. -
Şehîd Mahîr Destîna li Çarqurnê hat bibîranîn
Di sersaxî û çalakiya bîranînê ya ku ji bo gerîlayê HPG’ê Şehîd Mahîr Destîna li bajarokê Çarqurne ya Silêmaniye hat lidarxistin de, malbata şehîd Destîna peyama, “Em ê têkoşîna xwe heta dawî di rêya şehîdan de bimeşînin.” -
Sersaxiya ku ji bo şehîd Şiyar Destîna Zana hat danîn, di dorpêça polîsan de hat qebûlkirin
Sersaxiya ku ji bo gerîlayê HPG’ê Şiyar Destîna Zana (Fesih Vural) ê di 2020’an de li Metînayê şehîd bibû, li navçeya Wêranşar a Rihayê hate danîn, tevî dorpêça polîsan jî ji aliyê malbat û gel ve hate qebûlkirin. -
Xelkê Mexmûrê: Em ê bi ruhê Kobanê têkoşîna Kurdistanê bidomînin
Li Wargeha Mexmûrê 11’emîn salvegera 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî daxuyanî hate dayîn û wiha hat gotin, “Em ê bi ruhê Kobanê têkoşînê li her çar parçeyên Kurdistanê bidomînin.”