Di êrişa hêzên Îranê de kolberek birîndar bû
Hêzên dewleta Îranê li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê êriş birin ser kolberan. Di encamê de kolberek bi giranî birîndar bû.
Hêzên dewleta Îranê li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê êriş birin ser kolberan. Di encamê de kolberek bi giranî birîndar bû.
Li gorî nûçeya Kolbernwsê, li sînorê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê di encama êrişa çekdarên Îranê de kolberek Kurd bi giranî birîndar bûye.
Çavkaniyê ragihand ku navê kolberê birîndar bûyî, Mihemed Ehmed Pur e (17) û xelkê bajarê Bane ye. Tê gotin kolberê birîndar nebirine nexweşxaneyê û li malê bê tedawî hatiye hiştin.
Hêjayî gotinê ye sala borî li Rojhilatê Kurdistanê 56 kolberên Kurd di encama êrişên hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dabûn û 131 kolber jî birîndar bibûn.