KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KCK’ê Seyîd Riza û hevrêyên wî bibîr anî
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, komkujiya Dersimê şermezar kir û kesên jiyana xwe ji dest dane bi hurmetî bibîr anî û got, “Demokratîkbûna Tirkiyeyê encax bi dîrokê û bi taybetî komkujiya Derismê re bi rûbirûbûnê re dikare pêk were.” -
‘Hevrê Roşer li hemberî êrîşên dijmin heta nefesa xwe ya dawî berxwe da’
Gerîlayê HPG'ê Bêzar Semsûr ê ku hevrêyê xwe Roşer Tolhildan ê ku di êrişa dewleta Tirk de gihîştibû şehadetê anî ziman û got: “Heval Roşer, tevî hemû zehmetiyan li qada Tolhildanê têkoşîn kir û li hember êrişên dijmin heta nefesa xwe ya dawî berxwe da.” -
Bilêse Omer di salvegera 5’an a qetilkirina xwe de hat bibîranîn
Li Ranya bi merasîmeke heybet Şehîd Bilêse Omer di salvegera 5’an a qetilkirina xwe de hate bibîranîn. Di bîranînê de îşaret bi rola Bilêse Omer a di têkoşînê de û wateya wî ya ji bo gelê Kurd hate kirin. -
10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê bi coş hate pîrozkirin
10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê li navenda Şengalê bi coş hat pîrozkirin. Di axaftinên şahiyê de hat gotin ku Şengal bi berxwedana xwe hatiye naskirin û hat diyarkirin ku Şengal, Şengala şehîdan û qehremane ne. -
Bakirhan: Em ê vê pêvajoyê bi rengekî rast bi rê ve bibin, serketin wê mezin be
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku di demeke welê de ew rêveberiyê dikin ku sedsalek wê diyar bibe û got, "Em ê vê pêvajoyê bi rengekî rast bi rê ve bibin. Bi rêxistiniya rast em ê serketineke mezin bi dest bixin." -
HPG-NRÇ’ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG-NRÇ’ê nasnameya 5 gerîlayên di demên cuda de şehîd bûne eşkere kir û got, “Em ê meşa wan a Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad a ku bêyî fikar hemû hebûnên xwe ji bo wê feda kirin, bi serkeftinê tacîdar bikin.” -
Êzing û komir gelekî biha bûne, zivistana îsal wê zehmet be
Xizanî bandorê li her qada civakê dike. Bi sermê re mirovên ku li mala xwe sobe heye, ne dikarin êzingan peyda bikin ne jî komirê bikirin. Şêniyên taxa Baglarê nerazîbûn nîşanî bihabûnê dan. -
Bêrêxistinî dibe sedema mirina ciwanan
Psîkolog Heval Sarya Zengîn anî ziman ku yekane bajarê ku mirovên kêmî 15 salî xwe lê dikujin Amed e û bal kişand ser bêrêxistinî, jidestdana nirxên hevpar, çetebûyîn, narkotîk û rewşa ne diyar a aboriyê. -
Berdana wî 4 caran hate taloqkirin: Bêyî dîtina kurê xwe naxwazim bimirim!
Dayika girtî Ahmet Tunelî ku berdana wî 4 caran hate taloqkirin Azîze Tunelî got, "92 salî me, ji bo karibim kurê xwe careke din bibînim li hemberî mirinê li ber xwe didim. Bila dawî li vê êşkenceyê bînin. Ma qet wijdanê wan nîne?" -
Bafil Talebanî bi Konsolê Giştî yê Îngilîstanê re li hev civiya
Bafil Talebanî di hevdîtina xwe ya bi Konsolê Giştî yê Îngilîstanê yê li Herêma Kurdistanê de, destnîşan kir ku hêza Kurdan û mafên wan ji yekîtiya Bexdayê derbas dibe. -
Rêveberiya Xweser a Şengalê 10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir
Rêveberiya Xweser a Şengalê 10’emîn salvegera rizgarbûna Şengalê silav kir û destnîşan kir ku Şengal ne tenê ji aliyê leşkerî ve, di heman demê de ji aliyê bawerî, çand û nasnameyê ve jî hatiye rizgarkirin. -
Li Behdînanê protestoyên hilbijartinê dewam dikin
Ji ber ku namzetên PDK'ê yên Behdînanê bi ser neketin, alîgirên wan ji doh bi şev de li kolanan e. -
YBŞ’ê: Xwerêxistinkirin, yekîtî û parastina rewa misogeriya siberojek bêferman e
Fermandariya YBŞ’ê di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya 10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê parve kir de, destnîşan kir ku xwerêxistinkirin, yekîtî û parastina rewa misogeriya siberojek bêferman e. -
HPG NRÇ: Bûn temîneta pêşeroja me ya azad
HPG NRÇ’ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Weke zarokên esîl û leheng ê gelê Kurd û Tirk, mil bi mil ji bo xwişk-biratiya gelan têkoşiyan û bûn temîneta pêşeroja me ya azad.” -
Girseya gel serdana sersaxiyê li malbata gerîlaya YJA Starê kir
Girseya gel bi dirûşma "Şehîd namirin" serdana sersaxiyê li malbata gerîlaya YJA Starê Hasîbe Karataş (Arjîn Besra Varto) kir. -
Li Pasûrê darbenda pirê hilweşiya
Li ser rêya Pasûr-Mûşê darbenda pira ku hîn tê çêkirin hilweşiya û karker di binê enqazê man. Di bûyerê de 3 karker mirin, 3 jî birîndar bûn. -
Lingê kolberekî Kurd ji ber teqînê jê bû
Li herêma sînor a Newsûdê, lingê kolberekî Kurd ji ber teqîna mayinê jê bû. -
Gel ji bo dengdanê diçe Kerkûkê
Şêniyên Kerkûkê yên li herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê ji bo dengdanê berê xwe didin Kerkûkê. -
Xelkê Şengalê li ser sindoqan e
Xelkê Şengalê ji serê sibehê ve berê xwe dan sindoqan û dengê xwe bi kar tîne. -
Ciwanên Kurd û komek Tirkmen bi hev ketin: 2 polîs mirin
Li Kerkûkê ciwanên Kurd û komek ji alîgirên Eniya Tİrkmen doh bi şev bi hev ketin û di encamê de 2 polîs mirin, yek jî birîndar bû. -
HPG-NRÇ’ê milîtanên Apoyî yên fedaî bi hurmetî bibîr anî
HPG-NRÇ’ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir û got, “Bi kesayetên xwe yên fedaî ji bo azadiyê, ji me re mîrateyek mezin a têkoşînê hiştin.” -
Goçer: Divê dewlet dest ji avaniya xwe ya mîlîtarîst berde
Endamê Înîsiyatîfa Dijberên Şer a Amedê Atalay Goçer anî ziman ku reda wijdanî ne tenê helwestek li dijî leşkeriya ji neçarî ye, di heman demê de têkoşîna li hemberî avaniya mîlîtarîst a dewletê ye. -
Bi girseyî serdana taziya Şehîd Şervan Şoreş hat kirin
Taziya gerîlayê HPG'ê Şervan Şoreş, ku hat ragihandin di sala 2010’an de di çalakiyeke li ser sînorê Zapê de şehîd bûye, bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin. -
'Rêber Apo ji civaka Êzidî zanist û zanebûnê dixwaze'
Suham Şengalî anî ziman ku ku pêwîst e civaka Êzidî peyam û diyariyên Rêber Apo baş fêhm bike û got: "Bi vê diyariyê Rêber Apo ji me zanebûnê dixwaze." Suham Şengalî diyar kir ku divê jin û ciwanên Êzidî xwedî li diyariya Rêber Apo derkevin. -
Nûnertiya Kongra Star û PYD’ê piştgirî dan kampanyaya ‘Sûriyeya Demokratîk’
Nûnertiya Kongra Star û Meclisa Jinan ya PYD’ê ya Silêmaniyê piştgiriya xwe ji bo kampanyaya “Em ê bi yekîtîya jinan Sûriyeyek demokratîk û nenavendî ava bikin” ragihand.