Bafil Talebanî bi Konsolê Giştî yê Îngilîstanê re li hev civiya
Bafil Talebanî di hevdîtina xwe ya bi Konsolê Giştî yê Îngilîstanê yê li Herêma Kurdistanê de, destnîşan kir ku hêza Kurdan û mafên wan ji yekîtiya Bexdayê derbas dibe.
Bafil Talebanî di hevdîtina xwe ya bi Konsolê Giştî yê Îngilîstanê yê li Herêma Kurdistanê de, destnîşan kir ku hêza Kurdan û mafên wan ji yekîtiya Bexdayê derbas dibe.
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî îro li Debaşan a Silêmaniyê pêşwazî li Konsolê Giştî yê Îngilîstanê yê li Herêma Kurdistanê Beasley kir.
Di civînê de encamên hilbijartinên Parlementoya Iraqê hatin nîqaşkirin û ji bo parastina aramî û aştiyê li Iraqê tekezî li ser berdewamiya koordîneya di navbera aliyan de hat kirin.
Her wisa di hevdîtinê de têkildarî yekitîya Kurdan de wiha got, “Hêz û parastina mafên me bi yekbûn û hevgirtina me a li Bexdayê ve girêdayî ye.”
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di derbarê pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de jî di hevdîtinê de wiha got; “Emê hemû hewlekê bidin da ku pirsgirêkan li ser bingeha destûrê çareser bikin, da ku êdî mirov nebin qurbanî û li Iraqê hikûmetek bêcudahî xizmetê ji her kesî re bike, were avakirin.”