Li Behdînanê protestoyên hilbijartinê dewam dikin

Ji ber ku namzetên PDK'ê yên Behdînanê bi ser neketin, alîgirên wan ji doh bi şev de li kolanan e.

Doh êvarê encamên despêkê yên hilbijartina parlementa Iraqê hatin ragihandin. Piştî ku diyar bû hin ji namzetên PDK’ê yên herêma Behdînanê bi serneketin, alîgir û xizmên wan ên ji eşîrên li deverê ne, derketine ser kolanan û nerazîbûnê nîşan didin.

Şeva din jî li nêzî Sêriyana Amyan a li nêzî bajaroka Berdereş gelek endam û alîgirên PDK’ê derketin ser rêya sereke ya Dihok-Hewlêrê û rê li trafîkê girtin. Li dijî PDK’ê dirûşmeyan bilind kirin. Diyarkirin ku tevî devera wan ji aliyê PDK’ê ve hatiye paşguhxistin, vê carê jî xiyanet li dengê wan û namzetên wan hatiye kirin.

Li aliyê din eşîreta Silêvaniyan rêya Dihok-Zaxo girtin, eşîreta Mîsa Reşiyan jî rêya Zaxo-Îbrahîm Xelîl li trafîkê girtin. Eşîreta Goran jî rêya Berdereş-Dihok û Hewlêrê li trafîkê girtin.

Li beramberî van nerazîbûnan PDK’ê bi hêzên xwe yên leşkerî ve rûbirûyê xwepêşandanan bû, bombeyên gazê bikaranîn. Lê nekarîn dawî li nerazîbûnan bînin. Niha jî xwepêşandan û nerazîbûn dewam dikin.