Lingê kolberekî Kurd ji ber teqînê jê bû

Li herêma sînor a Newsûdê, lingê kolberekî Kurd ji ber teqîna mayinê jê bû.

Rêxistina Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku 10’ê Mijdarê kolberekî Kurd li navçeya sînor a Newsûd di encama teqîna mayînekê de ji lingê xwe bi giranî birîndar bû.

Hate diyarkirin, ku kolberê birîndar Îbrahîm Ebdullahî (40) ye û xelkê Ciwanro yê ser bi bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Li gorî agahiyan Îbrahîm Ebdullahî di teqînê de çokê xwe yê rastî qut bûye û niha rewşa wî giran e.

Hêjayî gotinê ye ku di sala bihurî de li Rojhilatê Kurdistanê 52 kolberên Kurd hatin qetilkirin û 131 kolber jî birîndar bûn.