BI DÎMEN

Ciwanên Kurd û komek Tirkmen bi hev ketin: 2 polîs mirin

Li Kerkûkê ciwanên Kurd û komek ji alîgirên Eniya Tİrkmen doh bi şev bi hev ketin û di encamê de 2 polîs mirin, yek jî birîndar bû.

Doh derengiya şevê saet 02:00’an de di dema pîrozbahiyek li ser rêya Bexda ya bajarê Kerkûkê de, di navbera ciwanên Kurd û alîgirên Eniya Tirkmen de şer derket.

Hate ragihandin ku di encama şer de du karmendên polîsên Kerkûkê ku di wê demê de li ser erka xwe bûn hatin kuştin û polîsek din jî birîndar bû.

Rojnewsê ragihand ku ciwanên Kurd li kolana rêya Bexda derbazkirin û pîrozbahiyek dikirin, li nêzîkî benzînxaneya Babegurgur rastî rêgiriya alîgirên namzetek Eniya Tirkmen hatin û encamê de şer derket.

Hate diyarkirin ku piştî buyerê hêzên polîsên Kerkûkê hejmarek ciwan bi sûcê çêkirina tevliheviyê binçavkirin.

Têkildarî mijarê Waliyê Kerkûkê Rêbwar Teha di daxuyaniya çapemeniyê de got: “Êrişkar ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û çekên wan hatin desteserkirin.”