KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şengalê semînera 25'ê Mijdarê ya ji bo mêran
Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê têkildarî 25'ê Mijdarê semînerek ji bo mêran lidar xist û ji mêran hate xwestin ku li ber çanda tundiyê rawestin. -
Çalakiya nobedê ya li Mexmûrê dewam dike
Çalakiya nobedê ya li Mexmûrê dewam dike ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê lidarxistin. -
HPG NRÇ’ê şehîdên sala 2020’an bi rêzdarî bi bîr anî
HPG NRÇ’ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Em soz didin ku em ê têkoşîna bi rûmet a hevrêyên xwe yên şehîd bidomînin û armanca wan teqez bigihînin serketinê.” -
Aslan: EMEP ji bo serketina pêvajoyê dixebite
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan diyar kir ku ew ê ji bo ku pêvajoya heyî bi aştî, wekhevî û pêşwazîkirina daxwazên neteweyî ya gelê Kurd bi encam bibe, têkoşîna xwe bidomînin. -
'Rêber Apo rê nîşanî têkoşîna jinê dide'
Endamê Awazê Çiya Argeş Delîl bang li hemû tevgerên ji bo mafên jinan têdikoşin kir ku bi perspektîfên Rêber Apo bimeşin û got, "Ji ber ku eger pirsgirêk rast neyê fêhmkirin wê çareserî jî nebe." -
Agahî ji jîngehparêz Elî yê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû binçavkirin, nayê girtin
Agahî ji Jîngehparêz Mihemed Elî Weysî ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin, nayê girtin. -
Zeyneb Celaliyan sê hefte ne nayê dermankirin
Zeyneb Celaliyan ku 20 sal in li Girtîgeha Yezid tê ragirtin, tevî ku 3 hefte li ser emelyata wê re derbas bûye jî nayê dermankirin û ji kontrolên tenduristî bêpar tê hiştin. -
Nêçîrvan Barzanî: Mafên gelê Kurd divê li Sûriyeyê werin parastin
Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, îro pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî kir. -
Barzanî: Divê mafên gelê Kurd neyên binpêkirin
Hate diyarkirin ku Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî di hevdîtina xwe ya bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî de îşaret bi yekîtiya hêzên Kurd kiriye û wiha gotiye, “Divê mafên gelê Kurd neyên binpêkirin.” -
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Mesûd Barzanî re civiyan
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, li Dihokê bi Mesûd Barzanî re civiyan. -
Îlham Ehmed: Divê mejî biguhere, mafên gelên Sûriyeyê bêne dîtin
Îlham Ehmed li Forûma Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn a 6'emîn a li Dihokê axivî û anî ziman ku pirsgirêka Kurd 10 sal in nehatiye çareserkirin. Îlham Ehmed got, aştiyeke ku jin di nav de nebe wê mayinde nebe. -
Ebdî: Pêvajoya aştiyê ya ku Rêber Apo da destpêkirin ji bo Rojhilata Navîn şensekî mezin e
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî li Dihokê di forûmê de got, "Pêvajoya aştiyê ya ku Rêber Apo da destpêkirin ji bo tevahiya Rojhilata Navîn şensek e" û di mijara jinûve avakirina Sûriyeyê de bang kir ku firsenda wekhev ji Rojava re bê naskirin. -
YNK'ê li Hewlêrê heyeta DEM Partiyê pêşwazî kir
Di hevdîtina YNK û DEM Partiyê de ya li Hewlêrê, aliyan piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk destnîşan kirin. -
HPG NRÇ: Cihê xwe di dîrokê de girtin
HPG NRÇ’ê 6 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Weke lehengên Kurd ên ku divê hemû ciwanên Kurdistanê wan ji xwe re mînak bigirin, di dîroka lehengiyê ya gelê me de cihê xwe girtin.” -
Dengbêj Hecer jiyana xwe ji dest da
Dengbêj Hecer ku li Mêrdînê bi klamên xwe di çalakiyên azadiyê de cih digirt, jiyana xwe ji dest da. -
Şehîdên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li bajarên cuda ên Rojhilatê Kurdistanê hatin bibîranîn
Li bajarên Sine, Mehabad û Bokan yên Rojhilatê Kurdistanê kesên ku di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jiyana xwe ji dest dane, bi merasîman hatin bîranîn. -
Li Şengalê heta niha 74 gorên komî hatin vekirin
Berpirsyarê Tîma kolandina Gorên Komî ya Şengalê ragihand ku ji sala 2019'an û vir ve ji 90 gorên komî 74 gor hatin vekirin. -
Ji bo şervana YPJ’ê teziye hat danîn
Teziyeya ku ji bo şervana YPJ’ê Fadîme Elkan hati danîn, bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hat ziyaretkirin. -
HPG NRÇ'ê şehîdên Garê bi hurmet bi bîr anî
HPG NRÇ'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir û got, "Em hevrêyên xwe Mûnzûr, Artim û Berxwedan bi hezkirin, hurmet û hesret bi bîr tînin ku bi yek ji damezrînerên partiya me PKK'ê hevrê Fûat - Alî Haydar Kaytan şehîd bûn." -
Rêveberiya Tevgerê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncaw
Rêveberiya Tevgerê got, hêzên gerîla yên li Zapê bûn û rîska şer li ser wan hebû, bi 16'ê Mijdarê re vekişiyan qadên cuda û guncaw. Rêveberiyê diyar kir ku ew bawer dikin, ev gav wê tevkariyê li çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya li Tirkiyeyê bike. -
Gerîlaya YJA’Starê Dilzar Rêber Andok li Amedê hat bibîranîn
Ji bo gerîlaya YJA-Starê Dilzar Rêber Andok (Rojbîn Sonmez) a li Qendilê şehîd bibû, bi tevlîbûna rêxistinên ciwanan û MEBYA-DER’ê li navçeya Yenîşehîra Amedê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. -
Ji bo şervanê YPG’ê Yildiz konê sersaxiyê hate danîn
Bi rengekî girseyî çûn serdana konê sersaxiyê yê ji bo şervanê YPG’ê Nîmet Yildiz hatî danîn. -
Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê konferansa xwe ya yekemîn li dar xist
Meclîsa Gel ya Binarê Qendîlê, konferansa xwe ya yekemîn bi dirûşmeya “Civakek komunal garantiya jiyanek azad e” hat lidarxistin. Di konferansê de, Aram Hisên û Lavan Mistefa ji bo hevserokên Meclisa Gel ya Binarê Qendîlê hatin hilbijartin. -
Bi girseyî serdana sersaxiyên gerîlayên HPG'ê hat kirin
Ji bo 5 gerîlayên HPG'ê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, li Êlihê sersaxî hat danîn û bi girseyî hatin ziyaretkirin. -
Yekemîn Konferansa Meclîsa Gel a Qendîlê destpê kir
Yekemîn Konferansa Meclisa Gel a Qendîlê bi dirûşmeya ‘Civakek komîn garantiya jiyanek azad e’ destpê kir.