YNK'ê li Hewlêrê heyeta DEM Partiyê pêşwazî kir

Di hevdîtina YNK û DEM Partiyê de ya li Hewlêrê, aliyan piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk destnîşan kirin.

YNK - DEM PARTÎ

Endamê polîtburo ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Seedî Ehmed Pîre û endamên Desteya Rêveberiyê ya YNK'ê doh li Hewlêrê heyeta DEM Partiyê pêşwazî kirin.

Heyeta DEM Partiyê serketina YNK'ê ya di hilbijartinê de pîroz kir û ji ber helwesta YNK'ê ya li ser doza rewa ya gelê Kurd û pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê spasiya xwe pêşkêş kir.

Di nava heyeta DEM Partiyê de Berpirsyarê Ofîsa Nûnertiyê ya DEM Partiyê, endamên Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya DEM Partiyê Azîz Tatlisoz û Abdulkerîm Alp hebûn.

Seedî Ehmed Pîre bi navê YNK'ê axivî û got, "Em spasiay xwe pêşkêşî heyeta DEM Partiyê dikin. YNK ji bo pêkanîna pêvajoyên destûra bingehîn ên li ser paşeroj û çarenûsa gelê me wê sekna xwe ya neteweyî dewam bike."

Seedî Ehmed Pîre diyar kir ku YNK piştgiriyeke tam dide pêvajoya aştiyê û bang li her kesî kir ku bi rengekî samîmî nêzî pêvajoyê bibin.