Çalakiya nobedê ya li Mexmûrê dewam dike
Çalakiya nobedê ya li Mexmûrê dewam dike ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê lidarxistin.
Çalakiya nobedê ya li Mexmûrê dewam dike ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê lidarxistin.
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 167’an û di roja 856’an de berdewam dike.
Merasîma dewrgirtina çalakiyê nobetê li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberên a Mexmûrê, bi deqeyek rêzgirtin ji bo hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat destpêkirin.
Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 166’an daxuyaniyek ji aliyê çalakvana bi navê Arvîn Kara ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Em wek Yekîtiya Xwendevanên Azad didin diyar kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkneyê emê wek xwendevanên wargehê çalakiyên xwe bidomînin. Di vê pêvajoya de bi banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo destpê kirin, wek zarokên wî manewî emê pêşegtî bikin û teqez pêvajoyê serbixin. Rol û mîsyona ku di avakirina civak aştî û demokratîk de dikev ser milê me xwendevanan, emê pêk bînin û li ser vê esasê xwe perwerde û rêxistin bikin. Li ser hîmê ciwanên ku ber bi azadiyê ve dimeşin rawestandin wan zehmet; em çalakiya xwe dewrî koma nû dikin”
Piştî axaftinê, koma 167’an çalakiyê di bin dirûşmeyên ‘Bijî Rêber Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ de çalakî dewrî girt.