Li Şengalê heta niha 74 gorên komî hatin vekirin
Berpirsyarê Tîma kolandina Gorên Komî ya Şengalê ragihand ku ji sala 2019'an û vir ve ji 90 gorên komî 74 gor hatin vekirin.
Berpirsyarê Tîma kolandina Gorên Komî ya Şengalê ragihand ku ji sala 2019'an û vir ve ji 90 gorên komî 74 gor hatin vekirin.
Serokê Tîma Vekirina Gorên Komî ya Şengalê Ehmed Kosa Esedî di derbarê kar û xebatên vekirina gorên komî yên li Şengalê de agahiyan bi çapemeniyê re parve kir.
Ehmed Kosa da diyarkirin ku karmendên saziya wan lêkolîn, analîz û kolandina goran bi hemahengiya Tiba Edlî ya Iraqê re dikin.
Her wiha Ehmed Kosa eşkere kir ku tîmên wan ji Adara 2019’an ve li Şengalê dest bi vekirina gorên komî kirine û heta niha ji giştî 90 gorên komî, 74 gor vekirine.
Ehmed Kosa Esedî eşkere kir ku di nava 15 rojên borî de tîmên wan li gundê Herdan jî dest bi vekirina gorek komî kirine û got: “Wê vekirina gorên komî li komelgeha Cezîre û bajaroka Ecac jî bên kirin. Wê despêkê gorên komî yên li sinorê komelgeha Cezîre werin vekirin ku li gor detayên ku li Dezgeha Şehîdan hatine tomarkirin, pênc ta şeş gorên komî lê hene.”
Ehmed Kosa da diyarkirin ku ew pilan dikin wan gorên komî yên li Cezîre bi hev re vekin.