Ji bo şervanê YPG’ê Yildiz konê sersaxiyê hate danîn

Bi rengekî girseyî çûn serdana konê sersaxiyê yê ji bo şervanê YPG’ê Nîmet Yildiz hatî danîn.

Ji bo şervanê YPG’ê Nîmet Yildiz (Pîro Mordem) ê ku 22’yê Tîrmeha 2024’an li bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bû, li Mala Şînê ya Mazidag a li navçeya Rêzan a Amedê konê sersaxiyê hate danîn.

Bi pêşengiya MEBYA-DER’ê nûnerên partiya siyasî û nûnerên rêxistina civakî ya sivîl, gelek kes beşdarî serdanê bûn.

Di meşa ji bo çûyîna konê sersaxiyê hatî lidarxistin de, dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkrin.

Rêveberê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç di dema serdanê de axivî, bal kişand ser Banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk û diyar kir ku divê hewldana ji bo aştiyê were mezinkirin.

Serdan piştî duayan bi dawî bû.