Gerîlaya YJA’Starê Dilzar Rêber Andok li Amedê hat bibîranîn

Ji bo gerîlaya YJA-Starê Dilzar Rêber Andok (Rojbîn Sonmez) a li Qendilê şehîd bibû, bi tevlîbûna rêxistinên ciwanan û MEBYA-DER’ê li navçeya Yenîşehîra Amedê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Ji bo gerîlaya YJA-Starê Dilzar Rêber Andok (Rojbîn Sonmez) ku 31’ê Cotmeha 2025’an de li Qendîlê şehîd bibû, bi tevlîbûna rêxistinên ciwanan û Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

Bîranîn li Taxa Seyrantepe ya li navçeya Yenîşehîra Amedê hat lidarxistin û malbata Dilzar Rêber Andok û gelek kes tevlî bûn.

Wêneyên Rêber Apo û Rojbîn Sonmez li salona bîranînê hate daleqandin.

Bîranîn li ber sirûdê ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Rojbîn Sonmez hate pêşandan.

Li salonê find hatin pêxistin û xine hat çêkirin. Bîranîn li ser wesîyeta Dilzar Rêber Andok bi lobandina dayika wê û tililiyên jinan bi dawî bû.