Yekîtiya Mamosteyên Kurd: Cezayê li mamostayên Kurd hatî birîn ne mirovî ye

Yekîtiya Mamosteyên Kurd cezayê rejîma Îranê li mamosteyên Kurd Mêhrî Xusrew Zade û Zeytûn Kohzadeyî birî şermezar kir û anî ziman ku cezayê hatî dayîn ne mirovî û der exlaqî ye.

Yekîtiya Mamosteyên Kurd yên li navçeya Hersên a ser bi bajarê Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştgirîkirina mamosteyên jin daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku cezayê li mamosteyan hatiye birîn ne mirovî ye, berovajî ruhê azadî û erkê çandî ye û got: “Pêşiya huner û hişyariyê nayê girtin. Dengê aştî nikare di bin zextên agir de bê bêdengkirin.”

Hêjayî bibîr xistinê ye Mêhrî Xusrew Zade û Zeytûn Kohzadeyî mamosteyên li dibistana seretayî Fîrdews ya keçan li bajarê Ciwanro ji ber strana ‘Min bi tenê nehêlin’ û ‘Rêya Xebat’ ji aliyê Wezareta Îtilatê ve ji erkê hatine dûrxistin.