Li Şirnexê astengiya kêfî ya serxweşiyê: Polîsan êriş kirin, alozî dewam dike

Serdana gel a ji bo sersaxiya li Şirnexê ku ji bo gerîlaya YJA Starê Bêrîvan Katar hate danîn, bi fermana walî Bîrol Ekîncî ve hate astengkirin. Polîsan dor li gel pêçan.

Ji bo gerîlaya YJA Starê Bêrîvan Katar (Rêvan Aslan) ku 20'ê Adara 2025'an li Zapê di êrişa dewleta Tirk de şehîd bû, li warê wê Şirnexê teziye hate danîn.

Girseya gel bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Kesên Xizmên xwe Winda kirine ya li Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER) serdana sersaxiyê kir.

Girseya gel li ber Mala Sersaxiyê ya Mehmet Emîn Acar a li Yenî Mahalleyê li hev kom bû û xwest, bi girseyî serdana mala teziyeyê bike. Lê belê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Polîsan gefa binçavkirinê li gel xwarin.

Gel nerazîbûn nîşanî vê astengiyê da û dest bi çalakiya rûniştinê kir. Ji hevdîtina bi Waliyê li Şirnexê Bîrol Ekîcî encameke erênî derneket, walî gef xwar ku deriyê mala teziyeyê veneke.

Ev helwesta walî Ekîncî weke provokasyonek li hemberî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bû cihê nerazîbûnê.

Rageşiya li qadê dewam dike.