Li gundê ku Şehîd Egîd Akgun jêdayîkbûye sersaxî hate danîn

Ji bo gerîlayê HPG’ê Egîd Akgun (Sefqan Xerzan) ku di 20’ê Adara 2025’an de di êrîşeke li herêma Zapê de şehîd bûbû, li gundê Xizorkîn ê navçeya Tetwan a Bedîsê ku lê hatibû dinê û mezin bûbû, konê sersaxiyê hate danîn.

Li ber mala malbata Akgun konê sersaxiyê hate danîn û bi pêşengiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine re (MEBYADER) serdaneke berfireh pêk hat.

Nûnerên partiyên siyasî yên bajêr, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî beşdarî serdanê bûn. Di axaftinên ku li sersaxiyê hatin kirin de, bal hat kişandin ser têkoşîna Akgun ê ku jiyana xwe ji dest daye û hesreta aştiyê ya gel. Piştî axaftinan, sersaxî ji malbatê re hate xwestin û serdan piştî duayan bi dawî bû. Malbata Akgun wê sê rojan sersaxiyan qebûl bike.