Li Herêma Kurdistanê ji bo hefteyekê betlaneya fermî hate ragihandin

Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê ji ber hilbijartinên Parlamenta Iraqê li henmû dibistanan ji bo hefteyekê betlaneya fermî ragihand.

Hilbijartinên Parlamentê yên Serdema 6'an a Iraqê wê di 11'ê Mijdarê de bi pêşengiya Komîsyona Hilbijartinê ya Serbixwe ya Iraqê pêk were.

Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, ku ji bo hêsanîkirina hilbijartinên Parlamenta Iraqê hemû dibistanan wê bi 6'ê Mijdarê re ji bo hefteyekê veguherin navendên dengdanê, lewma li hemû dibistanan betlaneya fermî hate ragihandin.

Hate ragiahndin ku betlaneya fermî ya li hemû dibistanên dewletê, taybet û navneteweyî, rojek piştî hilbijartinê (12'ê Mijdarê) wê bi dawî bibe.