Endamê CPT’ê Osman: Dewleta Tirk daristanên Behdînanê talan dike
Endamê Rêxistina CPT’ê Kameran Osman ragihand ku dewleta Tirkiye dest bi pêngaveke mezin ya talankirin û birîna daristanên herêma Behdînanê kiriye.
Endamê Rêxistina CPT’ê Kameran Osman ragihand ku dewleta Tirkiye dest bi pêngaveke mezin ya talankirin û birîna daristanên herêma Behdînanê kiriye.
Endamê Rêxistina CPT ya Emerîkî Kameran Osman destnîşan kir ku ji serê meha Îlonê ve leşkerên Tirkiye dest bi pêngaveke ya birîna daristanên li herêma Zap û Avaşîn yên li herêma Amêdiyê kiriye.
Di dîmenên ku Rojnewsê bidest xistiye de tê dîtin ku darên ku hatine birîn dibin Tirkiyeyê.
Hate ragihandin ku dar bi kepçe û dûzeran ji kokê tên rakirin û bi amûrên pêşketî jî tên parçe parçekirin.
Kameran Osman anî ziman ku daran bi traktorên sivîl tên şandina nava xaka Tirkiye û got: “Ji bo şewatê bikar tînin. Dîsa ji bo çêkirina avahiyan, kursî, mase û amûrên din bikar tînin. Piştre van amûran dişinin nava Herêma Kurdistanê û difiroşin wan.”
Herî dawî Kameran Osman got: “Parastina jîngeh û sînor yên daristanên Kurdistanê di bername û pilana kîjan partiyên Kurdistanî de heye? Kîjan partiyê li diji talankirina jîngeha Kurdistanê derdikeve.”