Li Hewlêrê karkerekî jiyana xwe ji dest da
Li Hewlêrê karkerek ji înşaetê ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.
Li Hewlêrê karkerek ji înşaetê ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan, beriya saetekê li projeyek niştecihbûnê ya ku li Hewlêrê dihate çêkirin, karkerek ku tê gotin temenê xwe 50 saliye, ji avahiyê ketiye xwarê û jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî agahiyan cenazeyê karker ji bo tiba edlî ya Hewlêrê hatiye şandin. Heya niha di derbarê bûyerê de, ji saziyên fermî ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.