Li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîqaş û nirxandin didomin. Rêber Apo di hemûpeyamên xwe de balê dikişîne ser hewldanên dijber û girîngiya mezinkirina têkoşînê. Niha li Tirkiyeyê hewldanên dijber zêde bûne. Ji desthilatê heta ragihandina wan zimanekî neyînî li pêş e. Rojnamevan Mehmet Alî Ertaş li ser zimanê medyayê yê têkildarî pêvajoyê axivî.
Hûn wek çapemeniya azad zimanê êrîşkar ê medya Tirk çawa dinirxînin?
Rol û rista çapemeniyê ji her demê bêtir diyarker e. Ji ber ku êdî çapemenî çav, guh û zimanê civakê ye. Medya dikare xira jî bike, dikare ava jî bike. Ya girîng kesên ku hêza medyayê dixin destê xwe, vê medyayê çawa bikar tînin? Hêza dagirker, serdest, zordest medyayê her tim wekî amûra kolekirinê medyayê bi kar tîne. Bi rêya çapemeniyê agahiyên şaş, şolî, kêm, yekalî parve dike. An jî agahiyên kevn wekî nû nîşan dide. Her tim bi rêya çapemeniyê civakê dixapîne. Tişta xirab wekî baş, tişta baş jî wekî xirab nîşan dide. Bi vê rêbazê civakê ker, kor û lal dike. Dijberî vê yekê, hêza ku xwe dispêre civaka sincî û polîtîk û civaka ekolojîk, demokratîk û azadkirina jinê jî, çapemeniyê bêtir wekî amûra ronîkirin, agahdarkirin, hişyarkirin, zanekirinê bi kar tîne. Her tim hewl dide ku bêtir civakê li ser esasê rastiyê ronî bike û ji pergalê biparêze. Armanca hêzên serdest, desthilatdarî ye. Dewlemendî ye. Dagirkirin, kolekirin e. Ji bo bigihîje vê armanca xwe, rastiyan berovajî dike. Talankirin û wêrankirinê rewa dike. Şer û kuştinê rewa dike. Çav û guhê xwe ji binpêkirinên mafan û zilma li ser mirovan re digire. Zimanê şer û tundiyê esas digire. Bi zimanê tundî û şer civakê çavtirsandî dike. Her tim propagandaya desthilatê dike. Kesên li pey doz û mafê xwe wan wekî “Teror” pênase dike. Bi şolîkirina rastiyan û veşartina rastiyê, hêzên desthilatdar wekî hêza heq û mafdar nîşan dide. Şerê li dijî civakê wekî şerekî mafdar û rewa nîşan dide. Di esasê xwe de çapemeniya ku xizmeta desthilatê dike, ji bo berjewendiyên xwe û desthilatê çav û guhê xwe ji rastiyê re digire û rastiyan berovajî dike.
Dîsa desthilata başûr zimanekî dijber bi kar tîne. Axaftina dawî ya Nêçîrvan Barzanî ev nîşan da. Ev nêzîkatî wê bandoreke çawa li pevajoyê bike?
Zimanê dijber xizmeta çareseriyê nake. Xizmeta aştiyê jî nake. Zimanê dijber bi xwe re parçekirinê tîne. Parçekirin, li dijî tifaq û yekîtiya gelan e. Cihê ku parçekirin, cudakarî hebe, cihê ku tifaq û yekîtî tune be, hêzên serdest dikarin bi hêsanî li ser wê civakê ango li ser wî gelî serweriya xwe bikin. Ji ber vê yekê zimanê dijber û nêzîkatiya Neçîrvan Barzanî xizmeta yekîtiya gelê kurd û çareseriyê nake. Xizmeta aştiyê nake.
Hîn jî komîsyona parlamentoyê neçûye Îmraliyê. Dewletê heta niha tu gavek neavêtiye. Nêrîn û nirxandinên we li ser mijarê çi ye?
Komîsyonê bi nûnerên gelek sazî, komele, dezgeh û kesayetan re hevdîtin kir. Lê heta niha tenê bi Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye. Rêber Abdullah Ocalan sermuzakerevan e. Rista çareseriyê daye parlamenê. Daye partiyên siyasî yên li parlamenê û derveyî parlamenê. Daye hemû sazî û rêxistinên sivîl ên civakî û demokratîk. Lê heke îro komîsyona parlamenê nûnertiya hemû partî, rêxistin û saziyan dike, wê demê divê teqez komîsyon biçe Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Divê bi Rêber Abdullah Ocalan re niqaşekê bike û li raman û pêşniyarên wî guhdar bike. Heke dewletê û komîsyonê ji bo çûyîna Îmraliyê gavek neavêtibe, ev nîşan dide ku li dijî çareseriyê israr dike. Di neçareseriyê de israr dike. Dixwaze demê dirêj bike û li dijî demokrasî û mafên mirovan ên gerdûnî tevbigere. Heke komîsyon dixwaze meseleyê li ser esasê Aştî û Civaka Demokratîk çareser bike, wê demê divê teqez bi awayekî lezgîn biçe Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê bike.Ji ber ku aliyekî meseleyê Rêberê Gelê Kurd û aliyê din jî meclis e.
Mafê Hêviyê mijareke sereke ya vê pêvajoyê ye. Di vê çarçoveyê de li ser erka komîsyona parlamentoyê, biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û sala nû ya parlamentoya Tirkiyeyê nirxandin tên kirin. Lê parlamento ev çend roj e vebûye û mijar nehatiye rojevê. Komîsyonê rapor an jî pêşnûma amade nekiriye. Divê ev çawa were xwendin?
Tirkiye 11 sal in biryara Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpê dike. DMME 11 sal berê biryar da ku Tirkiye mafê hêviyê nas bikeû têxe meriyetê. Lê Tirkiyeyê 11 salan tu gav neavêt. Li gorî xala 91'an a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, Tirkiye bi her awayî girêdayî biryarên DMMEyê ye. Heke DMME biryarekê bide, yekser Tirkiyeyê eleqeder dike û divê Tirkiye bê virde-wirde biryarê pêk bîne. Lê mixabin ligel ku Tirkiye 11 sal in biryara DMME'yê binpê dike jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku biryaran dişopîne û venêrîna wan dike, çavê xwe ji vî sûcê Tirkiyeyê re digire. Heke em li vî wêneyê 11 salan dinerin, em dibînin ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî şirîkê sûcê Tirkiyeyê ye. Ji ber ku çavê xwe ji sûc re digire, dibe şirîkê sûc. Konseya Ewropayê salek dem da Tirkiyeyê û Tirkiye tu gav neavêt. Lê li gel vê yekê dîsa di civîna 15-17'ê Îlonê de dîsa heta hezîranê dem da Tirkiyeyê. Ev nîşanî me dide ku Tirkiye û welatên Ewropayê li pişt perdê şirîkên hev in. Di şer û komploya navdewletî de israr dikin. Lê êdî nikarin vê yekê bêtir dirêj bikin. Ji ber ku êdî hemû gelê cîhanê bi sûcê wan û rastiya wan hesiya ye. Êdî hemû dinya alem dibêjin "Qiral tazî ye". Êdî gelê cîhanê fikrên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin û piştgiriyê didin felsefeya Rêber Abdullah Ocalan.