Forûma ‘Piştî salekê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê ber bi kuve diçe?’ destpê kir
Li Silêmaniyê bi tevlîbûna 120 kesan foruma ‘Piştî salekê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê ber bi kuve diçe?’ destpê kir.
Li Silêmaniyê bi tevlîbûna 120 kesan foruma ‘Piştî salekê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê ber bi kuve diçe?’ destpê kir.
Li salona Ramada ya li Silêmaniyê ji aliyê Navenda Lêkolînên Şar a ser bi dezgeha medyayî ya Şarpress ve, foruma ‘Piştî salek pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê ber bi kuve diçe?’ destpê kir. Di forûmê de 120 kesayetên welatparêz, azadîxwaz, rojnamevan û çalakvan amadene. Forûm bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir.
Destpêkê Rêveberê Navenda Lêkolînan a Şarpress’ê Hawkar Îzet axaftinek kir û got: “Ev saleke pêngavên ji bo demek nû ya giftûgoyan di navbera dewleta Tirk û Kurdan de destpê kiriye. Aliyê Kurd (PKK) li ser bang û daxwaza birêz Ocalan hinek gavên erênî avêtiye. Lê heta niha desthilata Tirkiye ji bilî gotinî, ti pêngavek pratîkî neavêtiye. Bi taybetî jî di warê yasayî, bicihanîna mafê hêviyê û berdana siyasetmedarên Kurd ên ku li dervey pîvanan di girtîgehên Tirkiye de ne. Lê hîna hewldan berdewamin, pêngavên ji bo giftûgoyê berdewamin û hêviya pêşketina pêvajoyê ger kêm jî be heye.”
Wê di forûmê de du panel werin dayîn. Di panela yekem de wê Parlementera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal û Wasiyê Rêber Apo û Parêzerê Buroya Sedsalê Mazlum Dînç û Endamê Rêxistina CPT Kameran Osman amade bin. Wê panel ji aliyê nivîskar û çavdêrê siyasî Dr. Cehfer Elî ve bê birêvebirin.
Wê panela duyem jî Mamostaya Zanîngehê Dr. Telar Elî, Lêkolîner û Mamostayê Zanîngehê Dr. Selam Ebdulkerîm û Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Herêma Kurdistanê Mihemed Ala tevlî bibin. Wê panel ji aliyê rojnamevan û çavdêrê siyasî Hîwa Seyîd Selîm ve bê birêvebirin.
Forûm dê rojekê berdewam bike, piştre jî Parlementera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal û Wasiyê Rêber Apo û Parêzerê Buroya Sedsalê Mazlum Dînç wê bi civînek çapemeniyê li ser geşedanên dawî yên girêdayî pêvajoyê agahiyan parve bikin.