Nobeta li Mexmûrê bi koma 164’an berdewam dike

Nobeta li Mexmûrê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 840’an de bi koma 164’an biryardarî berdewam dike.

Nobeta li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de hatiye destpêkirin, bi amadebûna gel û çalakvanan û bi deqeyek rêzgirtin hat destpêkirin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 163’an daxuyaniyek ji aliyê çalakvana bi navê Sakîne Toprak ve hat dayîn.

Sakîne Toprak di destpêka axaftinên xwe de silav û hezkirinên gel û ciwanên Mexmûrê ji Îmralî û gerîlayên serê çiya re şand û got: “Em wek çalakvan û ciwanên Mexmûrê piştgirî didin pêvajoya ku Rêbertî daye destpêkirin. Pêvajoya ku hatî destpêkirin gelekî girînge û bandorek mezin ser gelê Kurd daye çêkirin. Di vê pêvajoyê de rolekî mezin ketiye ser milên ciwanan. Em jî wek ciwan û xwendevanên Mexmûrê piştgirî didin vê pêvajoyê û serketinê ji koma nû ya çalakvanan re dixwazin.”

Piştî axaftinê, koma nû ya çalakiyê di bin dirûşmeyên ‘Bijî Rêber Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ de çalakî dewr girt.
Şêniyên Mexmûrê diyar kirin ku heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were wê nobeta wan berdewam bike.