PKK'ê berxwedaneke bêhempa afirand
Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê axivîn û diyar kirin ku piştî damezrandina PKK'ê li Kurdistanê berxwedaneke bêhempa destpê kir ku 48 sal in dewam dike.
Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê axivîn û diyar kirin ku piştî damezrandina PKK'ê li Kurdistanê berxwedaneke bêhempa destpê kir ku 48 sal in dewam dike.
Salvegera damezrandina PKK'ê ku weke Cejna Vejînê ya gelê Kurd tê qebûlkirin, li hemû herêmên Kurdistanê bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Li çiyayên Kurdistanê gerîla li gel şert û mercên giran vê rojê bi coşeke mezin pîroz dikin. Gerîlayên HPG û YJA Starê Bêrîtan Zagros, Axîn Çiya, Milîtan Zagroos û gerîlayê enternasyonal ê ji gelê Ereb Demhat Reqa têkildarî salvegera damezrandina PKK'ê hest û nêrînên xwe parve kirin.
‘ÎDÎAYA ME YA SERKETINÊ MEZIN E’
Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Zagros pêşî 48’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li Rêber Apo, li şehîdên şoreşê û gelê Kurd pîroz kir. Bêrîtan Zagros, da zanîn ku Rêber Apo ji bêderfetiyan derfetên pir mezin ava kir û wiha domand, “Ji mirinê jiyan ava kir, ji bê nasnemabûnê nasnameyek azad ava kir. Ji bo wê PKK’ê di nava xwe de hîmê jiyanê û azadiyê dihewîne. Bi taybet em weke milîtanên jin ên di nava tevgerê de, bi pêşengiya Rêber Apo û bi pêşengiya hevrê Sara ku di asta rêvebertiya jin de pêşengî kir, îro em di her warî de dikarin xwe biparêzin. Îro em dikarin behsa hebûna xwe bikin, ji bo azadiya xwe têkoşîn bikin. Li ser vê esasî bi pêşdebirina vê têkoşînê re, em di wê îdîayêde ne ku çi erk ji me bê xwestin em ê bi serketî bi cîh bînin.”
Bêrîtan Zagros, da zanîn ku êrîşên pir dijwar li dijî Tevgera Azadiya Kurd û jinan hatin kirin û got ku di şexsê jinan de ev êrîş li dijî ramanên Rêber Apo hatine pêk anîn. Bêrîtan Zagros, bi vî rengî dewam kir, “Şehîd Sara, Delal, Emîne û bi hezaran hevrêyên me yên ku di çeperan de pêşengiya berxwedanê kirin, ew ji bo me sembolên têkoşîn û berxwedanê ne. Îdîayê me ya serketinê mezin e û heta em azadiyê pêk tînin dê têkoşîna me bidome.
Em banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wekî pêngaveke stratejîk dibînin û li ser vê bingehê rol û misyona ku ji me tê xwestin em ê bi cih bînin. Em bi biryar in ku bi felsefeya azadiyê xeyalên şehîdan pêk bînin. Di şexsê şehîd Heqî, Egîd, Bêrîtan, Zîlan, Delal û Azê de em tevahiya şehîdên şoreşê bibîr tînin û diyar dikin ku em ê xeta berxwedana wan heta serketinê bidomînin.”
‘PKK RUH Û BERXWEDAN E’
Gerîlaya YJA Starê Axîn Çiya, 27’ê Mijdarê roja damezrandina PKK’ê li Rêber Apo pîroz kir û wiha got, “Di şexsê hevrê Heqî Karer de ez hemû şehîdan bi bîr tînim. Di heman demê de em hevrêyên pêşeng Sofî, Riza, Fûat û Emîne, yên ku rê li ber fedakariyên mezin vekirin, bi bîr tînim û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Bi saya keda van hevrêyan em gihiştin van rojan. Divê em rola xwe bilîzin û xeyalên wan zindî bihêlin.
Dema ku em behsa PKK’ê dikin, ruh û berxwedan tê bîra me; hevrêtiya Heqî Karer û berxwedana zindana Amedê ya 14’ê Tîrmehê berdewam dike. Îsal, em 27’ê Mijdarê bi moral û hêviyek mezin ku ji banga Rêber Apo îlham girtiye, pêşwazî dikin. Hêviyên me yên pir mezin hene ku em Rêber Apo bibînin. Em bi biryar in ku erkên xwe bi qasî ku ji destê me tê bi cih bînin û armancên şehîdan pêk bînin.”
‘ÎDÎAYA ME SERKETIN E’
Gerîlayê HPG’ê Milîtan Zagros jî ev tişt anîn ziman, “Ez 27’ê Mijdarê li Rêber Apo pîroz dikim û hemû pêşengên têkoşîn û berxwedanê şehîd Sofî, Emîne, Koçero û Riza, bi taybetî hevrê Haqî Karer û Sara bi bîr tînim. 27’ê Mijdar destpêkek dîrokî ye û çavkaniyek mezin a moralê ye ji bo me; berxwedana Mazlûm û pêşengên din jî bûye sembola azadiyê. Di vê rojê de, em bi biryar in ku armanc û hedefên xwe mezintir bikin. Êrîşên giran hem di warên leşkerî û hem jî yên siyasî de berdewam kirin, lê hevrêtî û berxwedana pêşengên destpêkê rê li ber vê rojê vekir. Rewşa me ya îro ji ber mîrateya şehîdan û hewldanên Rêber Apo gihiştiye vê astê. Wekî milîtanên Rêber Apo, em soza xurtkirina têkoşîna xwe nû dikin. Em 27’ê Mijdarê careke din li Rêber Apo pîroz dikin û dibêjin, ‘Bijî Serok Apo’.”
‘PKK BÛ HÎMÊ ENTERNASYONALÎZMÊ’
Gerîlayê HPG’ê yê enternasyonal Demhat Reqa, jî wiha nêrînê xwe tîne ser ziman, “Destpêkê ez 27’ê Mijdarê li Rêber Apo, li şehîdên doza azadiyê û li gelê xwe yên ku temsîla xwişk-biratiya gelan dikin, pîroz dikim. Ev roj di avabûna PKK’ê de gava yekem bû ji bo vê têkoşînê. Bi ruhê şehîd Haqî Karer, Kemal Pîr û hevrêyên ku di nava rojên zehmet de têkoşîn dan meşandin, em li wan pîroz dikin. Tiştên ku hêşt em heta niha li ser piyan bisekinin ew pêşketinên ku di nava tevgera me de ava dibûn bûn. Ev roj rojekî pîroze û ji bo gelan destpêkeke nû ye. Ev avabûn destpêka yekîtiya gelan bû. Ev ruhê yekîtiyê di şexsê hevrê Heqî de dest pê kir, di şexsê hevrêyên zîndana Amedê de ku bi zehmetyên pir mezin re rûbirû man, ji ber wê tecrûbeyên pir mezin jî hatin bidest xistin.
Li gel ku tevgera me rastî gelek êrîşan hat jî, bi têkoşîna xwe mohra xwe li dîrokê xist. Ji ber vê di vê rojê de yekîtiya gelan pêş ket, pêşketinên dîrokî ava bûn. PKK’ê tevgera hemû neteweyan e. Ev roj rojeke wisa ye ku êdî hemû gel xwe bispêrin hevdû. Paradigma Rêber Apo ji bo hemû Rojhilata Navîn e. Ji ber wê pêwîste em xwe pêş bixînin, ruhê Apoyî di xwe de ava bikin. Li pey şopa wan pêşengan bin. Fedekartiya ku di nava vê tevgerê de tê meşandin mînaka wê di cîhanê de nîne, em dikarin bêjin ku keda Rêber Apo ya dehan salan bandor li ser Rojhilata Navîn hemû kir.”