Talebanî: Bêyî YNK hikûmeta Herêma Kurdistanê nayê avakirin

Cîgirê serokê berê yê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî diyar kir ku kabîneyeke bêyî YNK nayê avakirin û got, ew ê di hikûmeta nû ya Iraqê de ji bo çareserkirina krîza meaşên karmendên Herêma Kurdistanê bixebitin.

Cîgirê serokê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di civîneke çapemeniyê de têkildarî avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê axivî.

Qubad Talebanî da diyarkirin ku bêyî YNK hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê nayê avakirin.

Her wiha Talebanî da zanîn ku wek YNK ew ê di nava kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de ji bo çareserkirina pirsgirêka muçeyê karmendên Herêma Kurdistanê bixebitin.

Talebanî destnîşan kir ku divê Iraqek bihêz hebe da ku Herêma Kurdistanê jî bihêz be û got: “Pêwîste tevayî alî di nava hikûmeta nû ya Iraqê de cihê xwe bigrin.”

Beriya niha ji bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê şandeyên PDK’ê û YNK’ê 12 caran civiyan, lê ji bo avakirina hikûmetê negihiştin lihevkirinê.

Hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistanê di 20’ê Cotmeha 2024’an de pêk hat, lê heta niha hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê nehatiye avakirin.