Konê sersaxiyê yê gerîlayê HPG’ê Gunduz hate ziyaretkirin
Konê sersaxiyê yê gerîlayê HPG’ê Cesur Gunduz a li Silopiya ya Şirnexê bi girseyî hate ziyaretkirin.
Konê sersaxiyê yê gerîlayê HPG’ê Cesur Gunduz a li Silopiya ya Şirnexê bi girseyî hate ziyaretkirin.
Gerîlayê HPG’ê Cesur Gunduz (Nurhak Zagros), di 13’ê Tebaxa 2020’ê de li herêma Garê ya Herêma Federe ya Kurdistanê di pevçûnekê de şehîd bû. Ji bo Gunduz, li navçeya Silopiya ya Şirnexê konê sersaxiyê hate danîn. Destûr nehate dayin konê sersaxiyê li gundê Gir Grewreyê were danîn lewma malbatê konê sersaxiyê li mala xwe danî. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelek welatî bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê çûn serdana merasîma sersaxiyê. Girse, bi dirûşma “Şehîd namirin” çûn cihê konê. Gelek kesan girse bi dirûşma “Ey Şehîd xwîna te li erdê namîne”, titilî û dersokên kesk, sor û zer pêşwazî kirin.
Hevseroka DBP’a Silopiyayê piştî rêzgirtinê axivî û got: “Em ê têkoşîna wan mezintir bikn. Em ê heta dawiyê xwedî li pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin derkevin. Bila êdî tu dayik hêsiran nabarînin. Ji bo xurtkirina destê birêz Ocalan em ê têkoşînê mezintir bikin.”
Bavê Gunduz, Servet Gunduz jî spasiya ziyaretvanan kir û got ku kurê wî şehîdê hemû Kurdistanê ye. Piştre jî jinên tevlî merasîmê bûn bi tililî û dirûşman derbasî konê sersaxiyê bûn. Wêneyên Gunduz bi cihê konê ve hatin hilayîstin û gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
Serdana girseyî piştî duayan bi dawî bû.