Cenazeyê gerîlaya YJA Starê a di 2017’an de şehîd bibû, li warê xwe hat veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Ayten Dêrik ku li Herekolê şehîd bû, li warê xwe Dêrikê hate veşartin.

Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Ayten Dêrik (Çiğdem Açlan) ku di êrîşên artêşa Tirk a hewayî û bejahî yên di navbera 17-18’ê Îlonê de li herêma Herekol a Botanê tevî 12 gerîlayan şehîd bibû û li goristana bêkesan a li Sêrtê hatibû veşartin, piştî lihevhatina DNA’yê radestî malbata wê hate kirin.

Malbata Ayten Dêrik di saetên siharê de ji navçeya Dêrik a Mêrdînê çû Sêrtê û piştî karûbaran cenazeyê girt. Malbatê bi wesayîta cenazeyê ku derfetên xwe girt, ji Sêrtê bi rê ket û li ser Mêrdîn-Şemrexê ji aliyê MEBYADER û xizmên xwe ve hate pêşwazîkirin. Piştre cenazeyê bi karwaneke birin gundê Siftêk ê navçeya Dêrikê. Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Ayten Dêrik bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” birin cihê ku lê bê veşartin û bi dirûşmeyan hate veşartin.

‘SOZA TÊKOŞÎNA HETA AŞTIYÊ DIDIN’

Piştre, ji bo şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Hevseroka MEBYADER’ê Makbule Okmen sersaxî ji bo malbat û gelê Kurd xwest û wiha got, “Heval Ayten di demeke ku li çar parçeyên Kurdistanê şerekî bêhiqûq hebû de, tevlî têkoşîna azadiyê bû. Têkoşîna xwe heta şehadetê domand. Heval Ayten piştî şehadeta xwe li goristana bêkesan hate veşartin. Em îro dibêjin, heval Ayten tu bi xêr hatî gundê xwe. Li cihê xwe rehet raze. Ger îro li Îmraliyê maseya aştiyê hate danîn, ev bi saya keda te û hevrêyên te ye. Em soz didin; têkoşîna me wê heta azadî û aştiyê dewam bike.”

Pişte, xwişka Ayen Dêrik, Rojbîn Açlan axivî. Açlan spasiya her kesê kir û wiha got, “Şehîd ne tenê şehîda me ye. Bila serê em hemûyan sax be.”