Li Wanê ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr mewlûd hate dayin

Ji bo fermandarên gerîla Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê di demên cuda de şehîd bûn, li Wanê mewlûd hate dayin.

Ji bo endamên Komîteya Navendî ya PKK'ê û Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Sabrî Tendurek (Fetîh Şarlatan) û Masîro Xabûr (Bedirha Abo) li taxa Xaçortê ya Wanê mewlûd hate dayin.

Di mewlûdê ku gelek kes amade bûn, Hevseroka DBP'ê ya Wanê Gonul Ûzûnay axivî û anî ziman ku gelê Kurd her tim bi rûmetdarî jiya ye.

Gonul Ûzûnay got, "Beriya 26 salan di şexsê Abdullah Ocalan de xwestin, Kurdan hemûyan tine bikin lê belê bi saya sekna Abdullah Ocalan û lehengên Kurdan ev yek pêk nehat. Di qonaxa heyî de dewlet çû gel Abdullah Ocalan. Bi saya berxwedana gelê Kurd, şehîdan û Abdullah Ocalan qonaxa danûstandinan destpê kir. Gelê Kurd ku sed sal in hate înkarkirin, êdî hate qebûlkirin."