Cenazeyê xwendevanê zanîngehê ku winda bibû, li Çemê Sîrwanê hat dîtin
Cenazeyê xwendevanê ji Kelarê ku ev hefteyeke agahî jê nedihat girtin, di ava Çemê Sîrwan de hate dîtin.
Cenazeyê xwendevanê ji Kelarê ku ev hefteyeke agahî jê nedihat girtin, di ava Çemê Sîrwan de hate dîtin.
Xwendevanê bi navê Mehdî Mihemed (25) yê ji Kelarê ku xwendevanê pola çaran yê Beşa Fîzîkê yê Zanîngeha Germiyanê bû, ev hefteyek bû agahî jê nedihat girtin. Cenazeyê wî di ava Çemê Sîrwan de hate dîtin û rakirin Tiba Edlî.
Li gor agahiyan, ev xwendevan ji navçeya Kelar ya û êvara 16’yê Mijdarê windabû û agahî jê nedihat girtin. Hate zanîn ku piştî ku peywendiyek telefonê pêk anî, winda bû.
Têkildarî mijarê Qaymeqamtiya Kelarê jî ragihand ku heta niha nayê zanîn bûyer xeniqîne an kuştine û eşkere kir ku cenazeyê Mehdî Mihemed ji bo lêkolînê rakire tiba edlî.
Bavê Mehdî di derbarê mijare de gotibû, telefonek ji kurê wî re hatie û piştî wê telefonê derketiye û winda bûye.