Protestoyên navçeya Xebatê dîsa destpê kirin
Piştî aloziya çend roj berê a li gundê Lacan, îro careke din li devera navçeya Xebat xwepêşandanan destpê kir. Hate ragihandin ku li dijî binçavkirina du ciwanan xwepêşandanan destpê kiriye.
Piştî aloziya çend roj berê a li gundê Lacan, îro careke din li devera navçeya Xebat xwepêşandanan destpê kir. Hate ragihandin ku li dijî binçavkirina du ciwanan xwepêşandanan destpê kiriye.
Piştî aloziya çend roj berê a li gundê Lacan, îro careke din li gundê Ceme ye ser bi bajarokê Dubiz a girêdayî navçeya Xebat ya ser bi parêzgeha Hewlêrê xwepêşandanan destpê kir. Hate ragihandin ku xwepêşandanan li dijî binçavkirina du ciwanan destpê kiriye û dengê avêtina guleyan hatiye bîhîstin.
Li gor agahiyan hate zanîn ku ji ber xwepêşandanan û rewşa heyî, hêzêke ewlekariyê ber bi navçeya Xebat bi rê ketiye.
Li aliyekê din jî, du ciwanên ji eşîreta Herkî li bajarê Hewlêrê bi tometa “tevlîbûna xwepêşandanan” hatine binçavkirin û behsa wê yekê tê kirin ku xwepêşandan ji ber binçavkirina van her du ciwanan destpê kiriye.