KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şehîd Berfîn Nûrhaq: Xweparastin bi qasî nan û avê pêwîst e
Şehîd Berfîn Nûrhaq diyar kir ku li dijî mejiyê bi serweriya mêr, xweparastin bi qasî nan û avê pêwîst e û destnîşan kir ku dema têkoşîn lawaz bibe wê êrîşên li dijî jinê zêdetir bibin. -
Li Çewlîgê civîna gel: Em dixwazin tifaqekî ku gel bi hev re bijîn, ava bikin
Çetîn Arkaş di civîna gel a li Çewlîgê de axivî û wiha got, “Em dixwazin tifaqekî ku gel bi hev re bijîn, ava bikin. Em dixwazin pêvajoya civaka demokratîk a bi rûbirûbûna demboriyê ava bikin.” -
Ji bo şehîdan merasîmên sersaxiyê hatin lidarxistin
Ji bo gerîlayên HPG'ê Faruk Kurt, Medenî Kurt, Eşref Keser û şervanê YPG'ê Ahmet Arcan merasîmên sersaxiyê hatin lidarxistin. -
Ji bo gerîlaya YJA Starê merasîma sersaxiyê
Ji bo gerîlaya YJA Starê Încî Sumbul ku di 13'ê Kanûna 2021'ê de şehîd bû, merasîma sersaxiyê hate lidarxistin. -
Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Silopiya Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da. -
3’yemîn Kongreya Ciwanên Mexmûrê bi dawî bû
3’yemîn Kongreya Meclisa Ciwanên Mexmûrê ku bi dirûşmeya ‘Bi rûhê ciwanên Apoyî em ê banga aştî û civaka demokratîk serbixin’ hat lidarxistin, bi hilbijartina hevberdevkan û eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû. -
Li Êlihê meşa 'budçeyê': Em ê ji şer û rantê re bibêjin 'Na'
Di meşa DEM Partiyê ya ber bi Enqereyê ve Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari li rawestgeha Êlihê axivî û got, "Di roja dawî ya budçeya desthilatdariyê de em ê ji budçeya şer û rantê re bibêjin na." -
Kongreya 3'yemîn a Meclîsa Ciwanan a Mexmûrê destpê kir
Kongreya 3'yemîn a Meclîsa Ciwanan a Mexmûrê bi dirûşma "Bi ruhê ciwanên Apoyî em ê banga Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bixînin" destpê kir. -
Li Hezexê civîna ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hate lidarxistin
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi pêşengiya Platformên Saziyên Demokratîk (DEKUP) civîna bi sernavê “Aştî û Civaka Demokratîk” hate lidar xistin. -
HPG NRÇ’ê fermandara pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza bi bîr anî
HPG NRÇ’ê Endama Meclîsa PAJK’ê, Konseyên Fermandariya HPG û YJA Starê, Fermandariya Akademiyên Apollo û Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Berfîn Nûrhaq û militana xeta fedayî ya Apoyî Sema Roza bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr anî. -
Çiya Mahabad: Hevala Feraşîn lêgerînera azadiyê bû
Endamê Fermandariya YRK'ê Çiya Mahabad fermandar Feraşîn Bêrîtan weke lêgerînera azadiyê pênase kir û ji keç û xortên Rojhilatê Kurdistanê xwest, ku wê ji xwe re bikin mînak. -
Plaforma Yekîtiya Jinên Kurd a Neteweyî ji bo gelê Başûrê Kurdistanê banga alîkariyê kir
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Neteweyî ji bo gelê Başûrê Kurdisanê ku zerar ji lehiyê dît, banga alîkariyê kir. -
Rûken Nexede: Hevala Feraşîn bi rengê jinê fermandarî dikir
Endama Desteya Rêveber a KJAR'ê Rûken Nexede anî ziman ku Feraşîn Bêrîtan coş û kelecana xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo werdigirt û bi rengê jinê fermandarî dikir. Rûken Nexede bal kişand ser cihê taybet ê Feraşîn li nava gelê Rojhilatê Kurdistanê. -
Li Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo dewam dike
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku li ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 875’an de didome. -
Li Başûrê Kurdistanê barîna zêde bandorê li jiyanê dike
Li Başûrê Kurdistanê ji ber barîna zêde gelek herêm di bin lehiyê de man. Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku mîqtara avê ya li bendavan zêde bûye. -
Li Amedê meş: Aştî bi mafên mirovan dibe
Li Amedê di meşa 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de işaret bi girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hate kirin. -
Li Rojhilatê Kurdistanê 8 mamosteyên pispor ji kar hatin derxistin
Li bajarên Sine, Dîwandere û Merîwanê yên Rojhilatê Kurdistanê 8 mamosteyên pispor ji wezîfeyê hatin dûrxistin. -
Rêber Apo: Tundiya li nava civakê li derveyî exlaqê ye, divê tedbîr bêne wergirtin
Hate ragihandin ku Rêber Apo di hevdîtina dawî de bi giranî li ser mijara tundiya li nava civakê, bi taybetî jî tundiya li dijî jinê sekinî ye û destnîşan kiriye ku bi serketina pêvajoyê re ew ê ji bo pêşîgirtina li tundiyê bi qadî deh wezaretan kar bike. -
Li Ûrmiyeyê 2 kolber ji ber berfê asê man
Hate ragihandin ku li bajarê Ûrmiye yê Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber ji ber berfê asê mane û agahî jê nayê wergirtin. -
HPG’ê 5 gerîlayên sala 2019’an şehîd bûne, bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) gerîlayên bi navê Xerzan Zerdeşt, Navdar Serkeftin, Adir Bistin, Cesur Botan û Bager Ararat ên ku sala 2019’an li qadên cuda yên Kurdistanê şehîd bûne, bi bîr anî. -
Li Dersimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
Li navçeya Pilemûriye ya Dersimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû. -
Li Çemçemalê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyeyê ji ber lehiyê dîwarê malekê hilweşiya û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da. -
Ji bo gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez mewlûd hate dayin
Ji bo bîranîna gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez a li Qendîlê şehîd bû, mewlûd hate dayin. -
Şoreş Alan: Feraşîn Bêrîtan rastiya Jin a Apogerî di kesayetiya xwe de afirand
Ji fermandarên YRK'ê Şoreş Alan şehîd Feraşîn Bêrîtan bi bîr anî û destnîşan kir ku Feraşîn Bêrîtan li hemberî rastiya dijmin ê dagirker, rastiya 'Jin a Apogerî' di kesayetiya xwe de afirand. -
Waliyê Silêmaniyeyê 4 hevşaredarên jin ên ji Bakurê Kurdistanê pêşwazî kir
Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebûbekir li Silêmaniyeyê hevşaredarên jin ên Farqîn, Nisêbîn, Sêrt û Pirsûsê pêşwazî kir.