Ji bo gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez mewlûd hate dayin

Ji bo bîranîna gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez a li Qendîlê şehîd bû, mewlûd hate dayin.

Ji bo greîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez (Dilzar Rêber Andok) ku hate ragihandin di 31'ê Cotmeha 2025'an de li Qendîlê şehîd bûye, malbata wê û Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Windakirine ya li Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER) li taxa Bagcilar a Amedê mewlûd hate dayin.

Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û gelek şêniyên herêmê tevlî mewlûdê bûn.

Piştî xwendina mewlûdê û duayan, li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hate girtin.

Di bîranînê de dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Her wiha dîmenên Rêber Apo û Rojbîn Sonmez bi rengê sînevîzyonê hate nîşandan.

Piştî nîşandana sînevîzyonê mewlûd bi dawî bû.