KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji KNK’ê peyama sersalê
Konseya Rêveber a KNK’ê bi peyamekê sersal li her kesê pîroz kir û got, “Di vê dema hesas de, divê hêzên Kurdistanî bi baldarî tevbigerin û li ser vê rewşê nîqaşan bikin û kûr bibin. Pêwîstî bi yek dengî, yekîtî û hevkariyê heye.” -
Malbatên Roboskî: Em edaletê dixwazin
Di ser qetilkirina 34 sivîlan a bi balafirên şer de ku 19 ji wan zarok bûn, 14 sal derbas bûn. Berpirsyarên komkujiyê hîn jî nehatine darizandin. Malbatan li ser gorên xizmên xwe ew bi bîr anîn û daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin. -
'Mafê hêviyê bêyî derengxistinê divê bi cih bê anîn, pêşî li aştiyê bê vekirin'
Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît destnîşan kir ku 'Mafê hêviyê' divê tavilê bi cih bê anîn û ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadiyê' ya 4'ê Çileyê ya li Amedê banga tevlîbûnê kir. -
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê protestoyên li dijî bêdaletiyê
Li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê karmend, mamosta, kedkar û çalakvanên siyasî ji bo daxwazên xwe daketin qadan û li ber avahiyên walîtiyê kom bûn. -
Ezîze Muradiyan 8 roj in di greva birçîbûnê de ye
Hat ragihandin ku jina Kurd Ezîze Muradiyan a xelkê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, li dijî binçavkirinê 8 roj in dest bi greva birçîbûnê kiriye. -
Ji Serhedê banga ji bo mîtîngê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şert e
Hilbijartiyên bajarên Serhedê ji bo mîtînga "Hêvî û Azadiyê" banga tevlîbûnê kirin ku wê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 4'ê Çileyê de li Qada Stasyonê ya Amedê pêk were. -
Li Mêrdîn û Şirnexê rê hatin girtin: Xwendekar asê man
Li Mêrdîn û Şirnexê ji duh bi şev heya niha ji ber berfa zêde gelek rê hatin girtin. Hat ragihandin ku gelek xwendekar di rêyan de asê man. -
PJAK’ê ji bo diyarkirina aqûbeta Heval Şahîn bang kir
PJAK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hevrêyê wan Muhsin Qadirî (Heval Şahîn), li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve dîl hatiye girtin û agahî jê nayê girtin. -
Li zozanên Lolanê 21 kes ji ber berfê winda bûn
Berfa ku zêde dibare li Kurdistanê bandoreke neyînî li jiyana rojane dike. Li zozanên Lolanê yên navçeya Sîdekan a Hewlêrê agahî ji 21 kesan nayê wergirtin. -
Cemal Şerîk: Hevala Berfîn miroveke zana bû ku rê nîşan dida
Ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê Cemal Şerîk, şehîd Berfîn Nûrhaq di 4’emîn salvegera şehadeta wê de bi bîr anî û got: “Di nav gel de hinek mirov hene, bi dîtinên xwe rê nîşan didin. Hevala Berfîn bi rastî jî miroveke zana bû.” -
Şehîdên Roboskiyê li Mexmûrê hatin bibîranîn
Şêniyên Mexmûrê komkujiya Roboskî ya ku di 2011’an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû pêkanîn şermezar kirin û destnîşankirin ku ew ê heta pêkanîna edaletê têkoşînê bidomînin. -
Bi girseyî serdana sersaxiyên li Amedê hatin kirin
Bi girseyî serdana sersaxiyên ku ji bo gerîlayên PKK’ê Turkan Adiyaman, Cengîz Adiyaman, Mûrat Adiguzel û Bunyamîn Yildiz ên di dîrokên cuda de şehîd bûne li Amedê hatin danîn, hatin kirin. -
Ji ber berfê deriyên sînor Kêlê û Hacî Omeran hatin girtin
Ji ber berfa zêde deriyên sinorî yên Kêlê û Hacî Omeran li trafîkê hatine girtin. -
Şehîd Orhan Kobanê hate veşartin
Cenazeyê şevanê Hêzên Komando yên QSD'ê şehîd Orhan Kobanê li Kobanê bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Dîcle hate veşartin. -
Tulay Hatîmogûllari: Aştî bi hesabdayina Komkujiya Roboskî dikare pêk were
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di bîranîna Komkujiya Roboskî de axivî û destnîşan kir ku aştiyeke bi rûmet û mayinde tenê bi eşkerekirina heqîqetan dibe û banga rûbirûbûna bi Roboskî re li dewletê kir. -
Li herêma Serhedê rêya 3 hezar û 46 gundan ji ber berfê hate girtin
Ji ber berfê li Wan, Agirî, Mûş û Colemêrgê rêya 3 hezar û 46 gundan hate girtin. -
Li Rojhilatê Kurdistanê pêla girtinê
Li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê 2 kes hatin girtin, 3 kes jî bêyî biryara dadgeriyê hatin binçavkirin. -
Li Hewlêrê lehî rabû
Barana ku li seranserê Herêma Kurdistanê dibare, li hin taxên Hewlêrê bû sedema lehiyê. -
Li Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber ji ber aşûtê mirin
Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber ketina aşûtê 2 kolberan jiyana xwe ji dest dan, 2 jî bi giranî birîndar bûn. -
Li Qendîlê demsala zivistanê
Qendîl ku bi rengê zer û spî hatiye xemilandin, careke din girêdanbûna xwezayê ya bi azadiyê re tîne bîra mirov. Xweza dîsa dibe şahidê herî xurt a berxwedanê. -
Ciwanekî ji Bakurê Kurdistanê li Silêmaniyê mirî hat dîtin
Ciwanekî ku ji Bakurê Kurdistanê ji bo bixebite çûbû bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê, li hotela ku lê dima mirî hate dîtin. Hate diyarkirin ku di bedena ciwanê de gelek şopên kêr hene. -
Gerîlayê HPG’ê Gelhat Cûdî hate bîranîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Gelhat Cûdî (Lokman Gazyak) ê ku beriya 4 salan li qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, taziye hate danîn. Bi girseyî serdana taziyeyê hate kirin. -
Li Zaxoyê 50 dikanên koçberên Şengalî şewitîn
Li Kampa koçberên Şengalê ya Bacid Kendal a li Zaxoyê şewat derket. Di şewatê de zêdetirî 50 dikan şewitîn. -
Li Amedê şehîd hatin bibîranîn
Li gundikê Bîra Zeynê yê navçeya Pasûrê bi boneya salvegera şehadeta Laşer Lîs (Zeynel Bayram) ê ku di Kanûna 2022’yan de li Garê şehîd bû merasîma bîranînê hat lidarxistin û mewlûd hat dayîn. -
OHD'ê ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadiyê' ya 4'ê Çileyê banga tevlîbûnê kir
OHD'ê diyar kir ku "Parastina mafê hêviyê parastina aştiyê ye" û ji bo mîtînga 4'ê Çileyê ya li Amedê banga tevlîbûnê kir.